Heyeta Îmraliyê beriya civîna komîsyona meclisê, 2yê kanûna 2025an, bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî. Heyetê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek da. Hat gotin ku Rêber Abdullah Ocalan der barê gotin û tevgerên dij-pêvajoyê de nerînên xwe bi heyetê re par ve kirine.
Di nirxandinan xwee de nêrîn û nêzîkatiyên li dijî pêvajoya çareseriyê û hewldanên berê yên bi heman rengî berê bi bîr xistin. Li ser vê rewşa ku di hemû pêvajoyan de rû dide, wekî têgiha ‘habitus’ê pênase kir û bal kişand ser mekanîka darbeyê. Diyar kir ku divê ev wekî xebateke darbeyê ya klasîk neyê dîtin, wek pêngaveke li dijî her gavên ji bo bipêşxistina pêvajoyê û hewldanên afirandina nêvengeke tehlûke bê fêmkirin.
‘Mekanîka Darbeyê wek Habitusê’ çi ye ku di vê pêvajoyê de Rêber Abdullah Ocalan bahsa wê dike. Divê em pêşî li ser vê têgihê rawestin.
Habitus, têgihek e ku hem cîhana civakî diafirîne û hem jî ji aliyê wê ve tê afirandin; bi gotineke din, di nav xwe de diyalektîkek du-alî dihewîne.
Têgiha habitusê, ku cara yekemîn di berhemên Aristoteles de hatiye dîtin, di serdema modern de ji aliyê Marcel Mauss ve ji bo zanistên civakî hatiye veguhastin û ji aliyê Maurice Merleau-Ponty ve di felsefeya wî de hatiye bikaranîn.
Habitus, ku yek ji têgihên bingehîn ên sosyolojiya Bourdieu ye, tê wateya civakîbûna ku aktorên civakî wekî şêwazên têgihiştin, hîskirin, fikirîn û tevgerînê di hundirê xwe de bi cih dikin.
Mekanîka Darbeyê wek Habitusê, rewşa herî kûr a nexweşiya civaka kurd e, ku ji aliyê sîstema înkar û îmhayê ve hatiye çêkirin. Lê belê, têkoşîna azadiya gelê kurd bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan re di gelê kurd de vejîna ruhî û sosyolojîk ava kir. Ev yek di kurdan de têgiha habitusê dide guhertin û rêya Jiyana Azad vedike.
Berî her tiştî, pêwîst e em têgihan hêsan bikin. Mekanîka Darbeyê wek Habitusê ku Rêber Apo di peyama xwe de bahsa wê dike çi ye? Ev ne têgiheke standard e ku di qadên zanistên civakî de, bi taybetî di xebatên li ser habitusê yên Pierre Bourdieu de, bi awayekî berbelav tê bikaranîn.
Lê belê, heke ev têgih wekî wergerek an têgihek nû were bikaranîn, em dikarin wateya wê li ser bingeha beşên cuda jî analîz bikin.
Habitus sîstemek ji meyl, gihiştin û tevgereke domdar e ku di encama ezmûnên civakî yên kesekî de çêdibe. Ew wekî bernameyeke hundirîn tevdigere ku çawa kesek di cîhana civakî de tevdigere, difikire û hîs dike. Ew di heman demê de encama avahiya civakî ye û ango li gorî wê şekil digire.
Bi wateya fizîkî, ew tê wateya hêzeke ji nişka ve û şiddeta li dijî tiştekî. Ev têkildarî makîneyan, hêzan û tevgerên fizîkî yên ku li gorî qaîdeyên zanistî ne. Ew gelek caran tê wateya tiştekî ku bi awayekî otomatîk an nebizanebûn diqewime.
Bi kurtî, habitus pergala bêhiş a ‘’çawa bijîn û tevbigerin” e ku civakê di laş û hişê me de bi cih kiriye û em jî wê pergalê bi awayekî xweristî didomînin.
Li aliyê din, habitus ew hîsa hundirîn e ku dinihêre û têdigihîje, hîs dike û hest dike, difikire, tevdigere û pêk tîne û pênase bike. Ev hîs ne tenê di hiş de ne, di laş de jî bi cih bûne lewma refleks jî li gorî wê bi pêş dikevin.
Mirov bi piranî nizane ku habitusa wî/ê çi dike, lê di her kêliyê de ew biryardar e. Mîna “hîsa lîstikê” ye, di fitbola kolanan de tu qeydeyan nabînî, lê herkes dizane çi bike.
Dema zarokiyê bi awayekî hûr û kûr tê avakirin, paşê bi zehmet tê guhertin. Lê di cihên nû de (kar, dibistan, heval) jî xwe nîşan dide.
Habitusa karkeran, habitusa dewlemendan, habitusa gundiyan ji hev cuda ne. Yanî li gorî malbat, çîn û civakê şekil digire. Ev cudatî ne tenê di hiş de, di laş de jî xuya dibe. Bourdieu dibêje: ‘’Ne tenê civak mirov diyar dike, ne jî mirov bi temamî azad e. Habitus nîşan dide ku herdu jî bi hev re ne.’’
Habitus ji bo Rêber Abdullah Ocalan ne tenê gotineke zanistî ye, ew di çarçoveya civakî û çînî de jî bi berfirehî li ser disekine û dinirxîne.
Di vê çarçoveye de, tişta ku mirov ji gotina Rêber Ocalan derbixe ew e ku kesên li dijî pêvajoya çareseriyê bi têgiha habitusê dikarin bên pênasikirin. Ev bingeha xwe ne tenê ji dijberiya gelê kurd digire, her wiha ev nîşan dide ku di kodên civakê de ev refleksên habitusî zindî û xurt in û niha weke mekanîka darbeyê dixebitin.
