Mijara ku dê pêşeroja jinan diyar bike, bandorê li jiyana jin û zarokan bike. Li tevahiya bajarên Başûr û Iraqê bertek, nîqaş û çalakî li hember guherîna Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188’an ya sala 1959’an didomin.
Kuştina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn a li Silêmaniyê, kuştina endama Kongra Star Xalîde Mihemed Şerîf a li Qamişloyê, cezayên darvekirinê yên ku rejîma Îranê da rojnameger Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî, êrîşa li hember rojnamegeran a li Amedê, derxistina zagona “Bi dengekî ku qasî civak bibihîze” ya Talîbanê, zagona zewaca zarokên 9 salî ya parlamentoya Iraqê û vekirina pankarta “Jin jiyan azadî” a jinên li Hindistanê ya li dijî destdirêjiyê… Rojevên sereke yên jinan ên vê hefteyê bûn.
Van rojevên sereke bi taybetî bi çalakiyên jinan deng dan. Bi taybetî em ê li ser mijara ku niha li başûrê Kurdistanê û Iraqê ji hêla jinan ve tê nîqaşkirin rawestin. Mijara ku dê pêşeroja jinan diyar bike û bandorê li jiyana jin û zarokan bike. Li tevahiya bajarên Başûr û Iraqê bertek, nîqaş û çalakî li hember guherîna Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188’an ya sala 1959’an didomin. Sazî û rexistinên jinan ên li başûrê Kurdistanê û Iraqê fikarên xwe der barê qanûnê de tînin ziman.
Ne tenê ev qanûn, biryarên ku di hêla siyasî, leşkerî, aborî, tenduristî, perwerdê û civakê de ji hêla desthilatdariya Iraq û başûrê Kurdistanê ve beyî civak û jinan tê girtin û sereke bandorê li ser jinan dike. Ev biryarên ku tên girtin jî bi qanûnan tên mîsogerkirin. Jinên li başûrê Kurdistanê û Iraqê, ligel zext û ferzkirina hişmendiya serdest a mêr ên sazî, rêxistin û partiyên siyasî hewl didin ku vîneke hevbeş û kolektîf biafirînin û li ber xwe bidin. Li dijî zext, zordarî û qebûlnekirina vînê heta îro jinan gavên girîng jî avêtine.
Ev nîqaşên guherîna yasaya hejmar 188 ya sala 1959’ê ya Iraqê girêdayî rewşa kesî ye ku behsa rewşa şexsî dike. Di vê yasayê de mafên medenî hatiye dest girtin, mijarên zewac, veqedandina jin û mêr, mîras û hwd. cih digire. Ev yek beyî jinan tê nîqaşkirin. Bi guherina vê yasayê wê rê li ber zewaca zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ê 15 salî bê vekirin. Desteya Wezîran a Iraqê hewl dide qanûnê biguherîne ku vegere nav mezhebên olî. Li gor baweriya wê koma şîayan divê biryara der barê jin û zarokan de dayîn pêwiste li gorî mezheban bi azadî bê dayîn. Ji ber vê yekê pêşniyara guhertina rewşa şexsî niha zêdetir ji aliyê parlamenterên şîa ve tê xwestin. Her wiha partiyên îslamî di salên 2014’an û 2017’an de jî ketibûn heman hewldanan lê belê bi ser neketin.
Ligel vê yekê bertek û nerazîbûnên jinan û rêxistinên mafên mirovan zêde dibin û tê gotin ku guhertina qanûnê tê wateya zêdebûna zilma li hember jin û zarokan. Ji xwe li Başûr û Iraqê mafê jinan tê binpêkirin û parastina jin û zarokan nayê kirin. Dê bi vê qanûnê jî bêtir rê li ber binpêkirina mafan, kuştin, tundî û destdirêjiya li hemberî jin û zarokan bê vekirin. Li herêmê mafê jinan girêdayî hişmendiya civak û desthilatdariyê ye. Di eslê xwe de çend pêşketin hebe jî bi giştî ne civak û ne rêxistin û ne jî partiyên siyasî mafê jinan dizanin û naxwazin bînin rojevê jî. Dema jin behsa mafê xwe dikin û serî radikin jî hişmendiya serdest hewl dide ku bi her rêbazê ango bi rêya malbat, olî, êşirtî û qanûnan jinan bêdeng bike û rê li ber jinan bigire.
Goristana “Jinên bê navnîşan” a li Hewlêr û Silêmaniyê rewşa jinên Başûr û Iraqê bi zelalî radixe ber çavan. Heke li welatekî goristaneke bênav a jinan hebe êdî li vir gotin hewce nake. Ev yek rewşa jinan nîşan dide. Li ser kêl nav nîne dê çawa di nava civak, malbat, êşîr û her beşên jiyanê de navê jinan hebe… Gelek jinên ku li vir hatine definkirin hêj di temenê bicûk de hatine zewicandin, bi tundî û destdirêjiyê re rûbirû mane. Piştre jî hatine kuştin. Li vir jî wekî bêkes hatine definkirin. Bênav, bêmalbat, bêcivak… Ev hewdana guherîna qanûnê dê bêtir rê li ber kuştina jin û zarokan veke. Dê hejmara goristanên bênav zêde bike.
Diyare ku ev nîqaş û berxwedana jinan a li başûrê Kurdistanê û Iraqê li dijî qanûn û neparastina jin û zarokan dê bidome. Ji ber ku ji bo jinan ev hewldanên guhertinê li hemberî jinan biryareke siyasî ye, her wiha pejirandin û derbaskirina wê jî li beramberî jin û zarokan jî sûc e.