12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guherîneke têr û tije

Di perspektîfa dîroka klasîk de, Marksîzm jî di nav de, pênaseya “şoreşê” ji bo qonaxên derbasbûna ji koletiyê ber bi feodalîzmê ve an jî ji feodalîzmê ber bi pergala kapîtalîst ve ku tê pênasekirin ji rastiyê dûr û gelekî hatiye nepixandin.

Di dîroka civakbûna mirovan de geşedanên çandî yên ku roja me ya îro ronî kirine ne ji rêzê ne. Bi gotineke din, di dîroka geşepêdana civakî û çandî de pêwîstî bi lêhûrbûneke kûr heye. Lewre derbasbûna ji pêvajoya şoreşa gund a neolîtîk a li Mezopotamya Jorîn ber bi pêvajoya dewleta koledar a li Mezopotamyaya Jêrîn ve, belkî divê weke bendava herî watedar û krîtîk were dîtin. Dema em bala xwe didinê di dîrokê de mînakeke din a guhertina bi vî rengî nîne. Ger em bi bîr bînin ku pênaseya “pêşketina çawanî” bi gelemperî ji bo hemû pêvajoyên veguherîna şoreşî tê bikar anîn, di vê bendava krîtîk a dîrokê de, derbasbûna ji “Civaka Xwezayî” ber bi “Civaka Hiyerarşîk-Dewletî” bi rastî guherîneke têr û tije û çawaniya wê îfade dike.

Dema em bala xwe didine piştî vê dîrokê di pêvajoyên şaristaniyê yên din de ku li pey hev di bin navê pergalên civakî yên koledar, feodal û kapîtalîst de hatine rêzkirin, di derbasbûna ber bi ya din de tu guhertineke bi vî rengî ya têr û tije nîne. Gelek ramyar û dîroknas vê rewşê şîrove dikin.

Lê belê pêşketin û geşedanên çandî-dîrokî nabe tenê bi şîroveyan ravekirin. Bêguman rast xwendin û rast şîrovekirina geşadanên çandî û dîrokî gelekî girîng e. Lê belê divê piştrastiya wê ya xwe distpêre encama lêkolînî ya antropolojî û zanistî hebe.

Di perspektîfa dîroka klasîk de, Marksîzm jî di nav de, pênaseya “şoreşê” ji bo qonaxên derbasbûna ji koletiyê ber bi feodalîzmê ve an jî ji feodalîzmê ber bi pergala kapîtalîst ve ku tê pênasekirin ji rastiyê dûr û gelekî hatiye nepixandin. Vana hemû jî di eslê xwe de koka xwe ji şaristaniya statîstîk a Sumeran ku li Mezopotamya Jêrîn di salên 4 û 3 hezar salî Beriya Zayînê de hatiye damezrandin digir e.

Ji ber vê yekê tehlîlkirina rast û li ser vê bingehê û bi nêzîkatiyên radîkal tehlîlkirina şaristaniyê gelekî girîng e. Bi taybetî jî dîroknasên ku pêşengiya perspektîfeke nû ya dîrokî dikin, dema ku dibêjin pergala cîhanê ya hemdem xwedî dîrokeke herî kêm 5 hezar salî ye, vê rastiyê destnîşan dikin.

Ji ber vê yekê, di vê qonaxa yekem a girîng û watedar a dîrokê de hem ji bo ku têkiliya di navbera rabirdû û îroyîn de û pergala şaristaniyê ya li ser bingeha wê baştir were danîn, divê hin tespît bên kirin.  Bi giştî li ser civaka çînayetî û bi taybetî şaristaniya kapîtalîst şêweya wê ya dawîn, ji aliyê têgihiştina pêwîstî, heta pêwîstî û lezgîniya vegerê ya li cewhera çandî de, ji bo dîtina rêyekê ji kaosa ku kişandiye, girîng in. Hemû mirovatî bi wê re di encama depresyonên kûr û têkçûna wê de ne.

Wisa dixuye ku rêya derketina ji krîzê wê bi vegerandina cewherê ku di qonaxa yekem a dîrokî de bi zîvirîneke sed û heştê derece de diyalektîkê berovajî bike be.

Bi gotineke din, pêwîstî bi guhertineke têr û tije heye ku ji civaka çînayetî-dewletparêz a pênc hezar salî ber bi zîhniyeta civaka xwezayî ve gavekê biavêje û bendeke wekhev a duyemîn jî were derbaskirin. Ji lewre jî ji bo her lêgerîn û nûjeniyekê pêşî lêpirsîn hewce dike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê