Di dîrokê de, dem û dewran, sal û zeman bûye mijar ji dengbêj, çîrokbêj, rewşenbîr, ronakbîr û wêjevanan re. Civata geriyayî yan li ber agirê tifikê yan jî li ber çira û lembaya don û gazê guhdariya gotina ji devê kesê ku dipeyive kiriye. Hebe pirs û nebe jî fêm hebûye bi erêkirinê re ku ser diheje. Rêzgirtin û hurmet ji hev re hebûye. Mezin mezinbûna xwe, zarok jî zarokbûna xwe zanîbûye. Hevdu guhdarîkirin û hempêzkirin hebûye. Çi pirs û girêk hebin jî ji nav hev hatine derxistin û zelalkirin. Ol û dîrok, wêje, felsefe, erdnîgarî, destan û mîtolojî hatine vegotin û nîqaşkirin. Zanîn hatine parvekirin û kêmasî hatine derbaskirin. Di şevên tarî de li ber şewqa zilûlî jiyana mirovî û civakî bi wate bûye.
Niha dem û dewran, sal û zeman guheriye. Êdî li şûna şewqa zilûlî ceyran şevên tarî ronî dike. Dengbêjî ket qaset û CD’an, deng û qirik guherî, şekl û şemal guherî. Kesî nema li çîrokbêjan guhdarî kir. Rewşenbîr û ronakbîr tirsonek bûn, wêjevan ji civak û civatê qut bûn. Pirs bê bersiv man, girêk kor bûn. Ol û bawerî, dîrok, wêje, felsefe, erdnîgarî, destan û mîtolojî nehatin nîqaşkirin. Civakbûn û nirxên civakê li paş man. Mezin mezinbûna xwe, zarok jî zarokbûna xwe êdî nema dizanin. Guhdarîkirin û hembêzkirin êdî nema; rêzgirtin û hurmet nema. Zanebûn nayê parvekirin û kêmasî nayê derbaskirin. Êdî di nav rojê de jî jiyana mirov û civakê tarî û bê wate dibe.
Bêguman divê ji amûrên ku jiyanê rihet û hêsan dikin mirov sûdê werbigire lê belê ji esl û feslê xwe dernekeve. Dibe ku teknîk û teknolojî bi pêş ketibe lê divê mirov ji çand û paşeroja xwe haydar be. Bêçandiya mirovekî/ê bêesliya wî/ê ye. Bêeslîbûn bênetewebûn e. Kesên esl û feslê xwe nizanibin, nikarin bijîn. Em bala xwe bidinê ji şevbuhêrkan em hatine ku derê. Yan em li kafe û kafeteryayan dema xwe pûç dikin an jî di destên me de telefonek ji derveyî eleqeyê li tevahiya cîhanê digerin. Çi xêr û xêrata vê ji mirov û civakbûnê re heye? Ez bawer im ji xêr û xêratekê wêdetir em li dû bêxêrî û xerabiyekê ne! Em bêxêrî û xerabiyê bi çand, civak û hebûna xwe re dikin.
A pêwîst ew e ku mirov li xwe û sedemên hebûna xwe bifikire. Fikirîneke rasteqînî dê kes ber bi dahûrandineke çareseriyê ve bibe.
Dibe ku dem û dewran, sal û zeman biguhere lê divê nirxên mirov û civakê bên parastin. Tişta ku civakbûn ava dike ew nirxên hevpar ên mirovahiyê ne. Heke mirov bê nirx bimîne, wê demê çand û civakbûn li holê namîne. Nebûna civakbûnê jî nebûna mirovî ye.