Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 68’an de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ de hate destpêkirin û çalager bibiryarin ku heta daxwazên wan werin cih çalakiya xwe berdewam bikin.