Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiye, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” duh dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiya ku wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike, di roja duyemîn de berdewam dike.
Girtî dixwazin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û azad bibe.