Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, 150 in roj in di-dome.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya girtiyan ku koma 30’yemîn dewr girt, di roja 150’emîn de didome.
Mexmûr
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, bi heman armancê pêşengiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, di roja 129’emîn de didome.
Yewnanistan
Çalakiya greva biçîbûnê ya welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, ji bo rakirina tecrîdê û piştgiriya bi girtiyên di greva birçîbûnê de, ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatibû destpêkirin, 112 roj li pey xwe hiştin.