Senatorê ji Partiya Komarê ya Amerîkayê Lindsey Graham li Konferansa Washingtonê ku ji hêla Rojnameya Jerusalem Postê ve hate lidarxistin de axivî. Graham diyar kir ku Îsraîl ji bo Amerîkayê razemeniya herî baş e û wiha got: “Nirxên me yên hevpar û dijminên me yên hevpar hene. Ji zêdekirina hêza leşkerî ya Îsraîlê dibe pêwist be ku bûtçeya leşkerî ya Amerîkayê derkeve du qatî. Îsraîl li Rojhilata Navîn hêmana sereke ya stratejiya ewlehiyê ya Amerîkayê ye. Amerîka bêyî Îsraîlê nabe. Li herêmê Îsraîl tiştek tu hêz ji bo me nake, pêk tîne.” Graham diyar kir ku ji bo kontrolkirin û sînorkirina Îranê jî rola Îsraîlê di astek jiyanî de ye.
Graham bal kişand ser girîngiya Peymanên Îbrahîm û xwest ku Siûda Erebistanê vê firsetê baş binirxîne. Graham anî ziman ku pêwist e Siûdî Erebistan û Îsraîl li hemberî Îran û komên girêdayî wê hevkariyê bikin. Graham got ku pêwist e Hamas ji holê rabe û Hizbûllah çekan deyne.
Graham diyar kir ku ji bo Amerîka bi Îsraîlê re li dijî Îranê operasyonên hevpar pêş bixe, di nav hewldanê de ye û ev agahî dan: “Ez rêveberiyê ji bo vê didim zorê. Ji bo çavkaniyên aboriya Îranê bê têkbirin, em niha li ser pêş qanûnekê dixebitin.” Graham angaşt kir ku bi vê yekê dê fînansekirina Hamas, Hizbûllah û komên din ên girêdayî Îranê bi sînor bikin.
