Di her hêlê de, di sedsala nû de gelê kurd weke sitêrkekê derdikeve ser dikê û bi hemû geşîtiya xwe xwe dide nasîn. Sedsal dê bi reng û dengê kurdan reng bide.
Gelê kurd bi stran û govendên xwe gelekî dewlemend e. Di hêla govend û dîlanê de gelekî herî li pêş e. Her dem bi stran govend û dîlanan, xwe dide nasîn. Heke çand nasnama gelan be, pişka herê mezin bo govendê dikeve. Ji bo ku gelê kurd, damara çand û jiyana xwe ya herê kevnar di govendê de parastiye. Hemû nik û xêzên ku ji meşa dîrokê tê di govendên wande veşarti ne. Ango dîrok û çîroka gelê kurd weke sir û nihênyekê, xwe di govendê de peçiniye. Ji wêye parastina govendê parastina nirxên çandeke herî kevnar e. Bi qasî dîrokê kevin û qedîm, hemû sal û zeman bi jiyan û buyerên bingehîn ve gihandine roja me. Jiber wê xwedî wateyeke mezin û girîng e. Govend qadeke parastinê ye û li hember tunebûnê qadeke berxwedanêye.
Heke lêkolîn û nasîna gelê kurd bê kirin, bêyî dengbêjî û govendê nayê kirin. Ji bo ku rastiya çand û jiyana gelê kurd di wan herdu têgehan de zindî maye. Ew herdu têgeh bê hev kêm dimînin. Dengbêj buyerê vedibêje, û govend bi figur û tevgerên bedenî datîne berçav. Weke teetrayekê çîroka bûyerê bi reqs û aheng dide temaşekirin.
Peyva Govend, ji yekbuna peyva Go û Vend pêktê. Ango gotin û hilhatin, dengvedan,olandin an jî zindîbûnê pêktê. Peyva govend deng û zindîbûna jiyanê, dem domiya jiyan û hebûnê xwe bi wate dixe. Em dikarin bi dil rihetî bibêjin xala herî geş û zindî a jiyana gelê kurd Govend e.
Hemû qadên jiyanê bi dahan cureyên govendê xwe nemirkiriye. Govendên lehengiyê, yên xwe parstinê, yên êriş û serkeftinê bi şiklekî xusosiyên buyera xwe tê lîstin. Ango fîgur û tevgera bi aheng a bedenê buyerên qehremanîyê didene nîşandan. Weke sitrana ez xelef im, Elyê Bavêyo, Dimdim û Em Bernadin Vê Meydanê hw. Stranên zêrevanî û çavdêriyê, cuda, yên evînî û zewacê cuda, yên xwestina jinê cuda û yên ji bo jiyana demsalan têne lîstin cuda têne lîstin. Lê hemû li gorî çîroka xwe têne lîstin û bi fugurên cüda ne. Lê hemû ji bo zindî û berdewama jiyanê ne. Govend xebateke kolektîv e û bi stranbêjan an jî bi dahol û zurneyê tê lîstin. Yê li serçopî pisporê govendê ye û ahenga govendê li gorî wî diçe. Ser çop û bin çopî kesên herî şiyar û bi tevgerin. Her weke parêzvan û rêvebirên govendê ne. Hejandin û selîqeya hejandin û leqandina wan ahenaga govendê xurtdikin.
Govend ji bo gelê kurd tiştekî pîroz e. Ji ber hindê ye ku govendê nizanê kêm in. Her kes weke ferzekê dibîne û bi piçukatî hîn dibe. Li pey her serkefin an jî têkçûnekê de kurdan govend girtiye. Ji bo ku çibe bila bibe xwe û jiyana xwe zindî bihêle. Çanda gelekî ji bo govenda xwe deyndar e, watedayîna herê mezin ev e. Tiştê dîrokê ne nivîsî di govendê de parastiye. Wate ev e.
Şêxanî, milanî, mîranî, xerzanî, dugavî,sêgavî, delîlo û yên din. Bi deha beşên lîstêkan hemu jî li ser hevgirtinê, kolektîvî, xwe parstina komîne. Gotin bi komî û listin bi komî. Mil bi mil, çeng bi çeng, dest bi dest. Dil hînî hev û ling hînî heve. Armanc zîndîtî û geşbûnî ye. Qerekterê govenda kurd ev e weke gelê xwe li ber xwe daye , meydan bernedaye û zindî maye. Her herêmekê li gorî xwe govendên xwe parastine bi heman stranê lê bi fîgurên cuda heya roja me anîne.
Rewşa govendê bêguman cil û bergin. Şal û şepik, şal û şaşik,kiras û fistan, kofî û poşî, lewendî êlek û çox. Xemala herê kevnar û balkêş xwedî rewşeke xwemal û xwecihîye. Govend bêyî wan nabe govenda heqîqî. Ji bo ku rewşa govendê xemil e.
Bi kurtasî govend li gorî şert û mercan wateyê dide derûnî û jiyana mirov. Heke serkeftin be hevparkirina kêf û pîrozbahiyê ye. Heke qewimîneke xemgîn be komkirina derûnî û rastkirina morale ye. Heke destpêka jiyaneke nû be hêzdayîna herî bi bandor e. Heke destpêka demsalekê an jî ya xebateke deme be xwe motîvekirina destpêkê ye.
Mîhrîcana govendê ya li Ewropayê hersal xwe dubare dike û dixwaze xwe bidete nasîn. Îsal bêhtir bi serkeftî, bêhtir bikelecan û behtir zindî û bi reng bû. Ji wê bêhtir bal hate kêşan.