11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Goristanên bêdeng û wenda!

Bi wêrankirina kevirên goran, dixwestin dîroka cangoriyan tune bikin. Gorên wenda, kevirên şikestî û qereqolên ku li ser vê axa pîroz bilind dibin, êşa çiya û deştan kiribû volkanek li ber teqînê. Di nav vê wêraniyê de, hêvî mîna şevbihêrkekê di tarîtiyê de dibiriqe û diqîre

Di dilê Çiyayê Cûdî de, nêzî gundê Spîndarokê, erd bi xwîna cangoriyan hatiye avdan, lê bêdengiyeke kûr serwer e. Goristanek, mîna xewneke di nav mijê de wenda, li vir rawestiyaye. Di navbera salên 2012 û 2015an de, bi hestên bi hêvî lê êşbar, kevirên spî hatin danîn û navên şehîdan bi hurmet li ser hatin nivîsandin. Goristana Şehîd Memed Goyî û Şehîd Rojîn Gewda, li deşta Hindirûnisê, bû cihê bêdengiya dawîn a bi sedan cangoriyan. Lê ev bêdengî, mîna bayekî sar, ji hêla tank û topên hovan ve hate rûxandin.

Li Hindirûnisê, li cihê goristana Şehîd Memed Goyî û Şehîd Rojîn Gewda, qereqolek wekî sembola bêrehmiyê hate avakirin. Êdî, tu kes nikare wê derê gav bike, tu kes nikare biçe ser kevirên şikestî yên ku berê navek li ser wan hebû. Goristana heyî 48 cangoriyan nîşan didin, lê çavkanî dibêjin zêdetirî 80 cangorî li wir hebûn. Niha, kî dikare bi zelalî bibêje ka kîjan gor a kî/ê ye? Kevirên şikestî, navên wenda û bêdengiyeke ku mîna qêrînekê di dil de deng vedide.

Li Çiyayê Gabarê, nêzî gundê Basret, li Herêma Besta ya Xirbikê, li Kato Jîrka û li Feraşînê, goristanên din jî bi heman qederê re rû bi rû man. Her yek ji wan, mîna pirtûkên kevn ên rûpelên wan hatine çirandin, hatin rûxandin. Di sala 2016an de, leşker û cerdevan bi makîneyên zirxî ketin nav vî erdê pîroz. Kevirên ku nasnavên şehîdan li ser wan hatibûn nivîsandin, bûn toz û xwelî. Mizgeft, mêvangeh û avdestxane; hemû bûn xirbeyên bê dîrok.

Li Herêma Çemê Karê, li navçeya Berwariya Sêrtê, goristana Herekolê, ango ya Şehîd Ezîma û Şehîd Resûl Goyî, di sala 2014an de ji bo bîranîna 63 cangoriyan hatibû avakirin. Lê di sermaweza 2017an de, makîneyên zirxî yên leşkerî, mîna bobelateke nedîtî, ev cih jî kirin xirbeyeke bêdîrok. Tu kevirek, tu mizgeftek, tu mêvangehek li cihê xwe nema; tenê erdekî vala û bêdengiyeke ku mîna qederekê li ser herêmê daleqandî ma. Dîroka şahid, bi şaşwazî dibêje, kesê ku nedîtibe, nizane li vir berê goristanek hebû ye.

Li Herêma Besta, goristana Şehîd Rojhat Bêlûzerî ku di sala 2013an de bi hestên pak hatibû avakirin, bi 144 cangoriyan bibû sembola berxwedanê. Lê di sala 2016an de, bi balafir û kepçeyên zirxî, mîna ku bixwazin bîranînan ji holê rakin, qad, dîwar, mizgeft û kevirên wê li ser hev hilweşandin. Gor yek bi yek hatin wêrankirin, navên li ser keviran parçekirin. Niha, li wê deştê, tenê axeke bêdeng û xirbeyek bêlome maye. Gorên cangoriyan ka li ku ne?

Li gundê Pîrejmanê yê Amedê, goristaneke din hebû ku di sala 2014an de hatibû avakirin û 42 cangorî tê de razayî bûn. Lê di sala 2016an de, mîna hemû yên din, ev cih jî ket ber agirê tank, top û teyarên hovan. Kevirên şikestî, dîwarên hilweşiyayî û pira ku goran bi avahiyan ve girêdida, hemû bûn xirbeyên bêdeng. Ji sala 2016an û vir ve, ji ber qedexeya li ser herêmê, ev cihê pîroz xwestin bidin jibîrkirin û tenê xirbeyeke bêdîrok li dû xwe hiştin.

Ev ne tenê çîroka goristanên bêdeng e; ev çîroka bîranîn, hebûn û xwebûna cangoriyên neteweyekê ye. Bi wêrankirina kevirên goran, dixwestin dîroka wan wenda bikin, çîroka wan ji bîr bikin. Lê di nav vê bêdengiyê de, erd bi xwe diaxive, asîman wê biqelişe. Gorên wenda, kevirên şikestî û qereqolên ku li ser vê axa pîroz bilind dibin, êşa çiya û deştan kiribû volqanek li ber teqînê. Di nav vê wêraniyê de, hêvî mîna şevbihêrkekê di tarîtiyê de dibiriqe û diqîre: “Bîranîn, her çend bêdeng bin jî, di dilan de dijîn. Dilên me qada goristanên bêdeng û wenda ne. Şehîdên me, ji bo me rêya ronahiyê ne!”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê