12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gokkan: Stêrk tu car binax nabin

Siyasetmedar û aktivîsta TJA’yê Aşye Gokkan ji Girtîgeha Sîncanê ji bo bîranîna xizmên xwe yên di têkoşîna azadiyê de şehît bûne pemayek şand û got: “Ez hemû stêrkan yek bi yek bibîr tînim.”  

Siyasetmedar û aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan ji zindana Sîncanê ji bo bîranîna Memduh Gokkan, Eyup Gokoglu, Welat Ercan û Hemdî Gokkan peyam şand û got: “Stêrk tu car binax nabin. Hûn tu car ji bîr nabin.”

Peyama Ayşe Gokkan wiha ye:

“Hûn hemû di payizê de bûn bizota azadiyê, ketin ax, av, hewaya Kurdistanê. Dayikên aştiyê jî bi we re. Di şopa deh hezaran rûmetiyên Kurdistanê de hûn bûn stêrkên azadiyê. Wekî rêhevalên xwe, di jiyanê de we tu car destûr neda kêliya serîtewandinê.

Îro bi deh milyonan xelefên stêrkan di vê şopê de dimeşin. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava. Hûn ji wan, em ji we hîn bûn; kêliya destpêka azadiyê di heman demê de kêliya destpêka jiyana azad e; bêhîvîtî neyarê azadiyê ye.

Bi berxwedana Stêrkan re kêlî her dem ducanî ye û bênavber azadî, wekhevî, rûmetiyê diwelide. Gerdûn jî şahidê van kêliyên Jin Jiyan Azadiyê ye. Stêrk tu car binax nabin. Em axê bi ser we nareşînin; bi berxwedana zindanan, çiya û zozanan, gund û bajaran, stêrkan bi dilê xwe direşînin.

Hemû stêrkan yek bi yek bibîr tînin. Da ku kêlî her dem ducanî be. Jiyan biwelide…

Em we ji bîr nakin.

Hûn tu car ji bîr nabin.

Memdûh Gokkan (Denîz); 1972-22 îlon 1993), Eyûp Gokoglu; (1957-3 mijdar 1993), Welat Ercan (Denîz 1981-17 cotmeh 1998), Hemdi Gokkan (1966-17 cotmeh 2008).