Komeleya Çand û Piştgiriya Civakî ya Koçberiyê (GOÇ-DER) li avahiya xwe ya Deriyê Ciyê ya Amedê ji bo 8’ê Adarê şahiyek li dar xist. Parlementera HDP’e Remzîye Tosun ji tev li çalakiyê bû. Rêvebera GOÇ-DER’ê Eyşan Kanus Zengîn di şahiyê de anî ziman ku pergala baviksalarî dibe sedema qirkirina jinan û wiha got: “Her roj jin têne qetilkirin. Ev pergala baviksalari destûrê dide qetilkirina jinan. Şer herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dike. Jinan bi bircîbûne terbiye dikin. Jin bi tacîz û tecawizê re rû bi rû dimînin.” Pîştî axaftinê hunermenda Komeleya Dîcle Firatê Mizgîn Tûran derket ser dîke û stran stirî.