7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gizingî Berbeyan: Nikarin dengê ragihandina azad qut bikin

Şîrketa Gizingî Berbeyan têkildarî girtina şîrketa xwe li Navenda Metro bi daxuyaniyekê wiha got: “Bêyî hinceteke hiqûqî derxistina biryareke wiha binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007an û yasaya Mafê Destxistina Agahiyan e.”

Di 31ê kanûna 2024an de bi awayekî hemwext, hêzên Asayîşa Silêmaniyê avêtin ser Rêxistina Niwêger a Pêşxistina Hunerê, Rêxistina Merziye ya Jinan, Rêxistina RJAK û Şîrketa Gizingî Berbeyan û her çar navendan girtin.

Şîrketa Gizingî Berbeyan têkildarî girtina şîrketa xwe ji li Navenda Metro ya li Silêmaniyê, bi beşdarbûna rojnameger, çalakvan û akademisyenan daxuyaniyek a çapemeniyê lidarxist. Daxuyanî ji aliyê Karmenda Şîrketa Gizingî Berbeyan rojnameger Tewar Adil ve hat dayîn.

Tewar Adil ragihand ku tevî 3 roj li ser girtina şîrketê re derbas dibe jî lê heta niha sedema girtinê nizanin. Her wiha diyar kir ku bêyî hinceteke hiqûqî derxistina biryareke wiha binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007an û yasaya Mafê Destxistina Agahiyane.

Dewama daxuyaniyê wiha ye: “Mixabin di 31ê kanûna sala borî de hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi ser Ofîsa sereke ya Şîrketa Gizingî Berbeyan ya ji bo hemû bernameyên televizyonê/sînordar û berhemanîna xebatên medyayê de girtin û hemû karên wê rawestandin. Bêyî ku biryarek yasayî yan jî fermanek a dadweriyê hat pêkanîn.

Tevî 3 roj bi ser girtina şîrketa me re derbas dibe jî, lê heta niha ji aliyên peywendîdar û aliyên cibicîkar ve ku berpirsê girtina şîrketa mene, tu sedem û agahiyek fermî der barê sedema girtina şîrketê de nehatiye dayîn. Di dema serde girtina şîrketê de tenê gotin; heftiya bê serdana Asayîşa Herêmê bikin û tiştek din li ser biryarê nehat gotin.

Em li ser rakirina biryara li ser şîrketa me bi israrin. Ji ber ku şîrketa me bi fermî di 26ê Kanûna 2017an de ji aliyê Rêveberiya Tomarkirina Şîrketên Navxweyî ya bi ser Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê ve bawernameya xwe ya damezrandinê ya bi jimara 26077 wergirt. Tu pirsgirêkek yasayî nîne ku bibe hinceta girtinê û bingeha biryarek wiha ji bo girtina karên şîrketa me.

Şîrketa Gizingî Berbeyan, şîrketek ya hilberandina berhemên medyayê ye û peymana karkirinê li gel Jin TV heye û bernameyan amade dike. Di nava 7 salên borî yên xebatên me de, li gorî rêgez û zagonên yasayê kar hatiye kirin. Li ser şopa etîk û exlaqê medyayê û li gel bingehê karê rojnamegeriyê bûye deng û rengê jinên başûrê Kurdistanê, li ser mijar û pirsgirêkên jinan xebat meşandiye.

Lê derxistina biryarek wiha ku tu hincetek yasayî nîne, binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007an û yasaya Mafê Destxistina Agahiyan ya jimara 11 a sala 2013yan ku bingehê azadiya karê medyayê ya li Herêma Kurdistanê dabîn dikeye.

Em girtina şîrketa xwe bi binpêkirina azadiya karê ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê binav dikin û em di wê baweriyê dene ku derxistina vê biryarê û girtina dezgehek medyayê, carek din Herêma Kurdistanê bi giştî û sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi taybet dixe nav bazina sor a tepisandina azadiya ragihandinê de. Her wiha hinek din navê Herêmê di warê karê ragihandinê de li ser asta navxweyî û derveyî biçûk dixe.

Ji bo wê em bang li aliyên berpirsên derxistina vê biryarê û giştî aliyên peywendîdar ên din dikin, ger di xema azadiyê û karê ragihandin û gihandina dengê jinan de bin, demildest dawî li vê binpêkirinê bînin û dev ji çewisandin û tepisandina ragihandina azad berdin. Rê bidin ku şîketa me karên xwe berdewam bike û êdî astengî ji azadiya xebatên ragihandinê yên li Herêma Kurdistanê re dernexînin.

Her wiha em bang li kesên azadîxwaz û di xema deng û rengê jinan ên li Herêma Kurdistanê dikin ku di vê rewşê de piştevaniyê bikin ku di heman çeperê de ji bo azadiya ragihandinê têkoşîn bikin. Bi vê yekê rê nedin ku zêdetir ragihandina azad bi êrîş û zextên siyasî, girtin û bêdengkirinê rûbirû bimîne.

Em wek ku beriya niha jî me soz daye û niha jî dubare dikin ku tu biryarên wiha ku bingehek yasayî nîne nikare dengê me qut bike û pênûsa me rawestîne. Berevajiyê wê ji bo bidestxistina civakek bi reng û dengê jinan û durî her cure tundiyê, xebat û têkoşîna xwe xurtir berdewam bikin.”