14’ê Tîrmehê ne pênasekirina rojeke ji rojên hefteyê ye. 14’ê Tîrmehê gîyaneke! 14’ê Tîrmehê gîyana PKK’ê ye. PKK bi gîyana berxwedanvanên “ROJÎYA MIRINÊ” bû PKK!
Di mercên cunteya faşist a 12’ê Îlonê de di zîndana Amedê de dîlên azadîyê peyitandin ku; heger mirov bixwaze û li baweriya xwe û rastiyên dîrokî yên civakî îxanetê neke, dikare bi serê xwe û bi vîna xwe hêza herî mezin a NATO têk bibe.
Mazluman bi sê darikên kibrîtê Newroza (1982) gelan pîroz kir û got; “BERXWEDAN JÎYAN E! BERXWEDAN MIROVAN DIBE SERKEFTINÊ, TESLÎMÎYET DIBE ÎXANETÊ!” tova berxwedanê çand.
Ferhatan, Mahmudan, Necmîyan û Eşerfan bi gotina; “Agir venemirîn in, ev çalakî ye!” û gewdeyên xwe dane ber agir, tova berxwedana Mazluman bi xwîna xwe av dan!
Belê, Xeyrîyan, Kemalan, Elîyan û Akîfan bi helandina gewdeyên xwe şitla Mazlum û Ferhatan parastin û di bin siha wê darê de roj bi roj gîyana xwe bi ser damara tova azadîyê de helandin û Kemalan , bi gotina “Ox! Berxwedan çi xweş e!” gîyana ku di maratona 14’ê Tîrmehê de dabûn destpêkirin, gihandin Rêber APO. Rêber APO peyama Wan lehengan baş fêm kiribû û tevî hewladana revokan jî bayê nûnertiya Wê Giyanê kir.
Ew giyana ku Kemalan gotibû; “Ez di vê şoreşê de serkeftina gelê Kurd û Tirk dibîn im”, bi berxwedana gerîlayên azadîyê û paradîgma Netewa Demokratîk îro bûye dara hêviya mirovahiyê û ji lewra hêzên emperyal roj bi roj tecrîdeke girankirî li ser Rêber APO ferz kirine.
Lê Rêber APO giyana 14’ê Tîrmehê hem di kesayeta xwe de û hem jî di nava civaka Kurdistanê de kir xetek û bi sekn û berxwedana xwe kir felsefeya serkeftinê.
Ew xeta berxwedanê, dê xeta ÎXANETA MALBATA BERZANÎ têk bibe.
Xeyriyan gotibû; “Li ser gora min deyndarê gelê xwe ye binivisîn in”. Lê ya rast wî canê xwe ji bo me da û îro em wekî gel û mirovahiyê deyndarê wan û Rêber APO ne.
Ji boyî ku em deynê xwe bidin, divê em li dijî ÎXANETA MALBATA BERZANÎ û tecrîda girankirî bi hemû hêza xwe derkevin. Dakevin kolanan û li her derê bi gîyana Egîdan û helwesta gerîlayên Modernîteya Demokratîk pêla berxwedanê bilind bikin. Dervayî wê, em ne dikarin deynê xwe bidin, ne dikarin hêjayî Rêbertiyê bibin û ne jî em azad dibin.