Bi guhertina cihê me yê kar re otubusa ku ez bi kar tînim jî hat guhertin. Bi vê guhertinê re navê kolanên ku ez her roj tê de derbas dibûm jî hatin guhertin. Navê kolanan gelek bala min dikişand û weke eynika jiyana me ya em tê de derbas bûne hat xuyakirin. Rawestgeha pêşî ya ku ez lê li wesayitê siwar dibûm li ber bîrdariya şehîdên komkujiya li ber parka Koşûyolûyê ye. Li wir, roja wê teqînê û hewara xelkê û cendekên wan ên li erdê tev wekî fîlmekî di ber çavên min re derbas dibin. Hîna ew fîlm bidawî nebûye. Em digihêjin cem goristana Yenîkoyê ku li wir jî tevî biraziyê min gelek cangorî tê de hatine bicihkirin. Jiyana wî, zarokatiya wî û bîranînên wî di hişê min de derbas dibin. Hîna ew xeyal û bîranîn bidawî nebûne. Em digihêjin kolana Evrîm Alataş û qada Newrozê, li wir jî xebatên Alataş û amadekariyên festîval û amadekariyên Newrozê tevlîhev dibin û pêre jî kolana Aram Tîgran xuya dike.
Ez di dilê xwe de straneke Tîgran dibêjim hîna bidawî nebûye. Em digihêjin kolana Şengalê. Komkujiya Şengalê û êrîşên çeteyan hişê min dagir dikin û qêrîna wan bêmecalan û toz û tirabêlka rêya rewa ji wê dojehê tê ber çavên min. Hîna ez ji nava wê toz û dûmanê derneketime em digihêjin kolana Eskîfê û dîmenên wê devera dîrokî yên beriya ku di bin ava bendavê de were tunekirin tên ber çavên min. Geşt û seyrana li ber peravên ava wê û rûniştina di nav hênikiya şikeftên wê de, çavên min xilmaş dikin. Di wê xilmaşiyê de em digihêjin kolana Ahmed Kaya, dîmenên bertekên li dijî wî tên ber çavên min û dengê Ahmed Kaya di nava qebeqeba wan hunermendên faşîst de tê guhê min.
Ewqas bîranînên bi êş ên di nava çend deqeyên ku ji malê heta cihê kar derbas dibim. Bi rastî dema mirov bala xwe dide jiyana kurdan sosret û ecêbên ku bi serê tu gelekî nehatine, dibîne.
De ka hema em rojekê ji rojên salê hilbijêrin ku tê de bûyereke bi êş nehatine serê kurdan. Bawer nakim ku di nava 365 rojên salê de em ê rojeke xweş a di jiyana kurdan de nebînin.
Niha dema ez vê nivîsê dinivîsim yanî îro 14’ê tîrmehê ye. De ka em binêrin ev roj ji bo kurdan tê çi wate yê. Bûyera herî bi êş a vê dîrokê di 14’ê tîrmeha 1982’an de têkoşerên azadîxwaz Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di zindana Amedê de dest bi rojiya mirinê kirin.
Ez bawer nakim ku mehek di nava salê de bê bîranîna komkujiyeke kurdan derbas bibe. Tu rojek di jiyana kurdan de bê bîranîneke bi êş û salvegera çend cangoriyan derbas nabe.
Lê tevî her tiştî jiyan berdewam dike û tevî van êş û azaran em wekî gel hîna li ser piyan in. Tevî ewqas zilm û zordarî em hê li ser piyan in. Bi milyonan û bi rengekî rêxistinkirî em têkoşîna xwe berdewam dikin.
Li gorî bîr û baweriya min ewqas êş û elem û komkujî bi ser kîjan neteweyî de hatibûya, dê ew netew tune bibûya û navê wan li ser rûyê erdê dê bihata hildan. Kurd, wek tovê giyayê çiqasî were kusandin jî dîsa di bin keviran de serê xwe hildide û jiyaneke nû dide destpêkirin.
Çawa ku giya di bin keviran de namîne, kurd jî dûr an nêzîk dê bigihêjin hemû mafên xwe yên rewa û dê jiyanê bi rûmet û azad bijîn.
Metirsiya herî mezin a li ser siberoja gelê kurd îşkence, zindan û komkujî ne. Gefa herî mezin û dijwar otoasîmlasyone ango xwe bi xwe bişavtin e. Dema em bi malbat û derdora xwe re ne zimanê dayikê, lê zimanekî din biaxivin dê wê demê metirsî û talûke mezintir bibe. Lewre divê em li mala xwe û bi derdora xwe re û di heman demê de di hemû dan û standinên xwe de zimanê xwe biaxivin. Lewre ziman nasname û sembola hebûna gelan e.