Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê girtin. Kuday, tevî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare bi tena serê xwe bijî” jî nayê berdan. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Eda Onal bal kişand ser raporên nexweşxaneyan û helwesta dozgeriyê û wiha got: “Raporên hemû saziyên tenduristiyê yên ji bo girtiyê nexweş ê giran Abdulkadîr Kuday dişibin rapora Saziya Tipa Edlî (ATK). Di hemû raporan de tê gotin ku Kuday nexweşê ALS’ê ye. ALS nexweşiyeke xedar e. Diyar dikirin ev nexweşî bêderman e. Nikare bi tena serê xwe li nexweşxaneyê bimîne. Li gel nirxandinên saziyên tenduristiyê yên “Nexweş bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bimîne” Serdozgerê Komarê yê Bakirkoyê bi hinceta “Ji aliyê ewlehiya civakê ve talûke ye” û bi hinceta girtiyê cezayê muebeta giran e, infaza wî taloq nakin. Wî bernade.”
Hevseroka OHD’ê Eda Onal da zanîn ku li dijî girtiyên siyasî cudakarî heye û got: “Em dibînin ku girtiyên ji sûcên din hatine girtin, serbest berdidin. Abdulkadir Kuday ji ber girtiyê siyasî ye, rastî cudakariyê tê. Girtiyê siyasî terkî mirinê dikin. Li ruxmê di sînorê mirinê de ye dîsa wekî ‘Sûcdarê talûke’ dibînin. Li girtîgehê terkî mirinê dikin.”
Prz. Eda Onal destnîşan kir ku rewşa girtî Kuday pir xerab e û wiha axivî: “Rîsa mirinê zêde ye. Di rapora ATK’ê ya 23’yê cotmeha 2023’yan de jî aşkere kiribû ku girtî nikare li girtîgehê bimîne.”
Onal bal kişand ser rewşa Girtîgehên Girtî yên Tîpa R û ev agahî dan: “Ev girtîgeh ji bo dermankirin û rehabilitasyona girtiyên nexweşên fizîkî û ruhî hatine avakirin. Lê ev bi armanca rehabilitasyonê avakirine, ferqa wan û girtîgehên din ji hev tune ye. Em dibînin ku bi taybetî di salên dawî de li van girtîgehan tecrîd û îzolasyon pir zêde bûye. Paqijî û xwarinê pir xerab e. Di sewqê de muameleyên dijî mirovî dikin.”
Eda Onal bal kişand ser hejmara girtiyên nexweş ên giran û wiha lê zêde kir: “Heta niha Wezareta Dadê der barê girtiyên nexweş ên giran de dane parve nekirine. Ji ber vê yekê em nikarin tiştekî teqez bibêjin. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2022’an 651 girtiyên nexweşên giran hene. Bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
Onal anî ziman ku li gorî zagonan divê rapora ATK’ê esas bê girtin û wiha berdewam kir: “Di demên dawî de dema ATK raporanên girtiyên siyasî amade dike, ji aliyê zanistî û bêalîtiyê dûr e. Siyasî tev digere. Lê li gel raporên ATK’ê yên ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî dozgerî ‘Ewlehiya civakê’ hincet nîşan dide û girtiyan bernade. Mînak ATK’ê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dimînin Ergîn Aktaş, Serdal Yildirim, Abdulkadir Kuday rapora ‘nikare li girtîgehê bimînin’ daye. Tecrîda ku li girtîgehan û li ser hemû civakê giran dibe, em dibînin bandora xwe li ser girtiyên nexweş jî dike. Girtiyên nexweş nikarin derman bibin. Mafê girtiyan ê dermankirin û tenduristiyê tê binpêkirin. Em ji bo hemû girtiyên nexweş serlêdanan dikin. Hemû serlêdanên me yên ji bo taloqkirina înfazê tên redkirin. Em serî li AYM û DMME’yê didin. Divê li derve jî iktidara siyasî dest ji cudakariya navbera girtiyên siyasî û girtiyên din berde. Ji bo wê jî divê em bi hev re têbikoşin û bibin dengê girtiyên nexweş.”