Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 46’an de didome. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn, 46 rojin çalakiya girevê berdewam dikin.
Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de hate destpêkirin.