9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên li Evînê: Hilweşîna rejîmê nêz e

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, xwepêşandêran silav kirin û got: “Em bawer dikin, çawa ku di sala 1979an de rejîma sûcdar a pêlîstik we xist çopa dîrokê, hunê vê rejîma dijî mirovatiyê jî bixin çopa dîrokê.”

Xwepêşandanên gel ên li seranserî Îranê di roja xwe ya 9an de didome û piştevaniya ji bo xwepêşandanan jî her ku diçe zêde dibe. Komek girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê bi daxuyaniyek pişgirî dan xwepêşandanan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em girtiyên siyasî, em li gel gelê xwe yê qehreman in, emê heta dawiyê li gel we bin û em têkoşîna we ya bi biryar silav dikin. Ev nêzî 120 sal e, gelê Îranê, ji bo bigihije azadî û edaletê bi biryardariyek ku neyê tarîfkirin têkoşîna xwe didomînin û bedelan didin. Di xala werçerxê ya dîrokê de, gelê me li ber tamkirina azadî û edaletê, kedxwarî, şah û şehên ku li dijî azadiyê bi havkarî tevger dikin, xwegihandina tevgerê ya azadiyê û rizgarbûna girtiyên siyasî asteng kir. Darbeya 1953yan û şoreşa 1979an mînakên vê zivrîneka dîrokê ye.”

Di beşa din a daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Faşîzma olî ku ev 47 sal e li Îranê serwer e, bi polîtîkayên xwe yên dermirovî  jiyana gelê me, aniye xalê ku ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn ên mirovî bê par bimîne. Xizanî, gendelî, bihabûna jiyanê, enflasyona nayê kontrolkirin, krîzên av û kehrebeyê, bê karî û gelek din jiyan ji bo gel aniye halê ne gengaz. Ev hemû ecamên hemû serwet û derfetên dewletê ji bo projeyên fuze û nukleerê xerc kirine.”

Girtiyan bal kişandin ser zexta hundirûn û wiha gotin: “Rejîm ji roja destpêkê heta niha, li beramberî daxwazên gel serî li zextê daye û tenê bekaya xwe fikiriye. Lê belê divê bi xwe baş bizane, ji ber gel biryar daye wî hilweşîne, hilweşîna wî gelek nêz e.”

Daxuyaniya girtiyên siyasî bal kişand ser hewldanên belavkirina xwepêşandanan û wiha hate gotin: “Em girtiyên siyasî, em li gel gelê xwe yê qehreman in û em îlan dikin ku em ê heta dawiyê gel we bin. Em biryardarî û têkoşîna we silav dikin. Em bawer dikin ku, we çawa di sala 1979an de rejîma sûcdar a pêlîstik xiste nav sergoyê dîrokê, hunê vê rejîma dijî mirovatiyê jî bixin sergoyê dîrokê.”