12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyekî din piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Abdullah Demîr ku 30 salan di girtîgehê de bû, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê hate berdan li Licê bi maşeleyan hate pêşwazîkirin

Abdullah Demîr ê 30 salan di girtîgehê de bû û tehliyeya wî ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê hate berdan. Demîr, duh tehliye bû û ji hêla malbat û hezkiriyên xwe ve hate pêşwazîkirin. Demîr, piştre jî hate bajarê xwe navçeya Lice ya Amedê.

Demîr, herî pêşî çû serdana gora birayê xwe Cengîz Demîr, xaleta xwe Raziye Zugurlî û kurmetê xwe Alaaddîn Zugurlî yên li goristana Fîsê.

Demîr piştre jî çû cem malbata xwe ya li Liceyê. Demîr, bi maşeleyan hate pêşwazîkirin. Demîr, piyên dayika xwe Hayriyeyê ku ber wî ve hatibû maç kir.

Demir kî ye

Abdullah Demîr, di 1994’an de hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birî. Diviyabû Demîr di meha tebaxê de bihata berdan lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir. Demîr, di dema girtîbûna xwe de li girtîgehên Edene, Konya, Aydin, Elbistan û Erziromê hate ragirtin.