12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Tanhan felc bû

Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bolûyê dihat tedawîkirin, felc bû.

Girtiyê nexweş Cemal Tanhan (68) ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, ji ber nexweşiyên wî di 23’yê cotmehê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a li bajar. Tanhan ku li beşa lênihêrîna awarte dihat tedawîkirin felç bû.

Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şukru Alpsoy, der barê rewşa Tanhan de bi Serbijîşkê Nexweşxaneyê Pispor Ridvan Erdîn re hevdîtin kir. Alpsoy, da zanîn ku serbijîşk jê re gotiye ku di kezeba Tanhan de kîst heye û ji ber vê yekê felc derbas bûye.

Alpsoy, da zanîn ku serbijîşk jê re raghandiye ku ji ber derfetên nexweşxaneya wan têra tedawiya Tanhan nekirine ew sewqî Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê kirine.

Alpsoy, agahî da ku wê ji bo taloqkirina înfaza Tanhan serî li Dozgeriya Girtîgehê bide.