12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş hat berdan

Girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû yê ku 21 roj in li nexweşxaneyê tê dermankirin, cezayê wî 6 mehan hat taloqkirin û hat berdan.

Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku piştî cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin di 3’yê Cotmehê de li Colemêrgê hat girtin û birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Abdurrahman Gemîcioglu ku girtiyê nexweş e, piştî 21 rojan li nexweşxaneyê ma, cezayê wî 6 mehan hat taloqkirin û hat berdan.

Abdurrahman Gemîcîoglû yê ku bi nexweşîya pençeşêrê ye, 21 roj in li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tê dermankirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê rapora wî ya Saziya Tiba Edlî (ATK) esas girt û cezayê û 6 mehan taloq kir. Beriya cezayê hatiye taloqkirin biqede bi 15 rojan wê cardin rapor berpêşî ATK’ê bê kirin û wê li gor raporê taloqkirina cezayê wî bê gengeşekirin.

Hat hînkirin ku malbata Gemîcîoglû çûye nexweşxaneyê.