12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a 2’emîn a Amedê girtî bû, jiyana xwe ji dest da. Guneş, di 2’ê çileya 1993’an de hêj 23 salî bû hatibû girtin. Guneş, ku di 1993’an de hat girtin, cezaye muebetê lê hatibû birîn û 29 sal in girtî bû. Guneş, demek dirêj bi pençeşêra hesti û kezebê ketibû. Guneş, di nava 29 salan de di 15 girtîgehên cuda de girtî ma. Guneş piştî di bin çavan de ma û îşkence lê hat kirin, bi gelek nexweşiyan ket.

Di sala 2007’an de tomografiya kezebê hatibû kişandin û tumorê pençeşêrê hatibûn dîtin. Piştî parsuyên wî şikestibûn, di hestiyên şikestî de pençeşêr belav bûbû. Guneş ji ber nexweşiyê 2 caran emeliyat bû. Di sala 2009’an de ji ber nexweşiya KOAH’ê û Apnesiya xewê, bijîşkan xwestibû ku her tim bi cîhaza bêhnê razê. Dîsa bijîşkan xwestibû ku dema razanê maskeya oksijenê girê bide.

ÎHD’ê di 3’ê cotmeha 2020’an de xwestibûn Guneş bê berdan

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, di hefteya 445’an a çalakiya “Rûniştina F” ya 3’ê cotmeha 2020’an de bal kişandibû ser rewşa girtiyê nexweş Halil Guneş û xwestin Guneş serbest berdin. Komîsyonê xwestibû Halîl Guneş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Amedê serbest bê berdan. Li ser navê komîsyonê Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahin, anîbû ziman ku dewletê vîrûsa coronayê kiriye hincet û girtiyên edlî serbest berdan û girtiyên siyasî di hundir de hiştin. Şahîn, diyar kiribû ku girtiyên nexweş û siyasî di şertên giran û xerab de tên girtin û mafê wan ê dermankirinê ji destê wan hatiye girtin.

Endamê Komisyonê Mehmet Acettin jî anîbû ziman ku Guneş ji 2’ê Çileya 1993’an de hêj 23 salî bû hatiye girtin û 28 salin girtî ye (Ji bo salek berê). Acettin, li ser rewşa Guneş wiha gotibû: “Demek dirêj e nexweşê penceşêra hestiyan û kezebê ye. Li gel vê nexweşiyê Guneş ji roja hatiye girtin heta niha li 15 girtîgehên cuda geriya ye. Halil Guneş dema di bin çavan de bû ji ber îşkenceya giran lê hate kirin ev nexweşî têde derket. Ji ber îşkenceyê parsuyên wî şikestin. Kezeb û dilê wî eciqandin. Şikandina barsuyê wî bû sedem ku nikaribe bi hêsanî nefesê bide û bistîne. Guneş girtiyekî nexweşê giran e. Ji ber dermanên doza wan giran nexweşiyên din pêre çûbûne. Li gel Nexweşxaneya Perwerde û lêkolînê ya Amedê rapora “Nikare li girtîgehê bimîne jî Saziya Tipa Edlî (ATK) di 29’ê Çileya 2014’an de raporek nû amade kir û parast ku Guneş bi tena serê xwe dikare bijî û dikare li girtîgehê bimîne. Di Tîrmeha 2014’an de piştî nexweşî lê giran bûn parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û xwestin Guneş serbest bê berdan. Lê dîsa bersîvek erênî negirtin.”

 Mirinê lê ferz dikin

Acettin, anîbû ziman ku xwişka Guneş di hevdîtina dawî de diyar kiriye ku di bin navê sewqê de îşkence li wan hatiye kirin û gotiye “Dema sewqî Girtîgeha Tîpa F a Amedê kirine, dixwazin birayê min di nava şertên xerab de jiyana xwe berdewam bike. Bi hinceta pandemiyê 6 mehin birayê min nabin tedawiyê. Mirinê li birayê min ferz dikin. Ne pêkan e birayê min vê bê rûmetiyê qebûl bike. Em dixwazin demek berî demekê şertên wî bên başkirin û birayê min serbest bê berdan.”