27 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar Hadî Elçîçek ê ku jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.

Polîtîkayên dewletê yên li dijî girtiyên siyasî yên kurd naguhere û heta mirinê wan di zindanê de dihêlin. Bi taybetî girtiyên nexweş ku pêwîste di şert û mercên baş de bên dermankirin lê ji ber helwesta dijminane nayên berdan an jî dema ku tên berdan êdî şanseke wan a jiyanê namîn e. yek ji girtiyên nexweş û astengdar ku diviyabû di wexta xwede hatiba berdan û dermankirin Hadî Elçîçek bû.

Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ku rapora wî ya ji sedî 80 astengdar hebû û ji bo tedawiyê 6 mehan cezayê wî hate taloqkirin, li Nexweşxaneya Bajarê Edeneyê ku tedawiya penceşêrê didît, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Elçîçek ji aliyê malbata wî ve li Goristana Gûrûkê hate veşartin. Li gel malbata Elçîçek nûnerên AATUHAY-DER, DEM Partî û gelek kes tevlî merasîmê bûn.