Dewleta tirk li aliyekî cezayên giran li kurdan dibire û li aliyê din jî girtiyên nexweş terkî mirine dike. Ne tenê kesan digirin, malbatan digirin û bi salan di girtîgehê de dihêlin. Yek ji van jî malbata Hayme ye. Malbata Hayme bi salan e malbatî tên girtin. Ji vê malbatê Mehmet û Îbrahîm Hayme li girtîgehên cuda girtîne. Mehmet li girtîgeha Antalyayê de di huncreya yek kesî de tê ragirtin. Birayê wî Îbarahîm jî li girtîgeha Amedê tê ragirtin. Bavê herdu girtiyan Şafî Hayme der barê rewşa girtiyan û rewşa kurên xwe de ji rojnameya me re axivî.
Hayme, dîyar kir her roja ku diçe tundiya li ser girtiyan girantir dibe, girtî di girtîgehan de bi êrîşên dernirovahî re rû bi rû dimînin û wiha got: “Mehmet Hayme, di sala 1998’an de tevli nava rêxistinê bibû piştî 18 salan hat fêmkirin ku ew hatiye girtin. Ew û çend hevalên xwe diçin nava gundekî Mûşê li ser îxbar kirina gundiyan rastî kemîna leşkeran tên û tên girtin. Di wê navberê de leşkeran gelek tundî li wî û li hevalê wî kiribû. Di wê tundiyê de gelek birîn di laşê wan de çêbibûn. Armanca wan ew bû ku wî bikujin lê piştî ku di çapemeneniyê de hat parvekirin êdî dev jê berdan. Wî birin girtîgeha Sîncanê, piştî ku derbeya 15’ê tîrmehê çêbû êdî wan birin girtîgeha Bolûyê. Çend sal li wir man. Ev çar pênc meh in wî sirgunî Antalyayê kirin. Niha jî di hucreya yek kesî dimîne. Ligel ku tu delîl jî di destê wan de tune ye 4 caran cezayê muebetê û 260 sal ceza li kurê min birîn. Ger ku li vî welatî edalet û demokrasi hebûya ew qas ceza lê nedihat birîn. Jixwe mirovek sed sal emir nake. Ev tişta ku dikin ne tişteke hiqûqî ye.”
Di berdewamiya axaftina xwe Hayme, da zanîn ku li girtîgeha Amedê girtî ji gelek mafên xwe tên mehrûmkirin û wiha axivî: “Bira yê wî Îbrahîm niha di girtîgeha Amedê de dimîne. Wê demê dihat darizandin piştî temenê wî bû 18 ceza lê hat birîn. Wê demê ji malê em 4 kes di girtîhegê de bûn. Niha 7 sal cezayê wî maye û ji 5 dosyayan jî tê darizandin. Rewşa wî ya tendirustiyê her roja ku diçe nebaş dibe. Di vê germa hevînê de avê li ser digirin. Bi rojan avê nadin wan, gelek hincetan didin nişandan. Ji ber ku di zîndanan de cih nemaye li hucreyên yek kesî yên Amedê her menzelekê 3 kes têde dimînin. Di nava zagonên dewletên dunyayê de jî tu kesî tiştekî bi vî awayî tune ye. Di girtîgehan de gelek hevalên me yên nexweş hene înfazên wan hatine şawitandin û hê jî tê şewitandin. Raste rast wan nabin nexweşxaneyan, dema ku wan di bin jî gelek tundî li wan dikin. Dema ku rewşa wan a tendirustiyê nebaş be wan bi rojan didin sekinandin û heta ku ew êşa wan derbas dibe.”
Avê li ser wan dibirin
Hayme, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha domand: “Divê emeliyat bibe, bijîşk pêwîstî bi emeliyatê dibînin lê mixabin wî nabin nexweşxaneyê. Randewiya wî hatiye hatiye betalkirin lê kengî wî bibin nediyar e. Qutkirina avê bêhtir bandorê li ser girtiyên nexweş dike. Niha li girtîha Amedê 300 girtiyên nexweş hene. Ger ku Wezîrê Edaletê bi rastî jî peywira xwe ya edaletê pêk tîne bila girtiyên nexweş serbest berde. Hinek jê hene nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, wan di girtîgehan de dihêlin. Bi sedan hevalên me di vê rewşê de ne. Daxwaza me ew e ku rojek beriya rojek hevalên me yên ku bi awayekî bêhiqûqî tên girtin edalet ji bo wan jî pêk bê û bêne berdan.” AMED