Girtiyê nexweş Şervan Sertkaya ku piştî erdheja li Mereşê ji Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hat kirin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Şertkaya, diyar kir ku dema ew vedireşe xwîn ji qirika wî tê, lê tevî vê yekê jî rayedarên girtîgehê ew nabin nexweşxaneyê.
Bavê Sertkaya Bahattîn Sertkaya, diyar kir ku kurê wî çend meh beriya erdhejê ji apandîsê emeliyat bûye û ji ber vê yekê jî pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûne û wiha got, “Kurê min duh li dayika xwe geriya û jê re got, ‘çend roj in dema vedireş im xwîn ji qirika min tê’. Lê belê rêveberiya girtîgehê tevî ku bi vê dizane jî ew nabe nexweşxaneyê. Em dixwazin tenduristiya kurê me baş bibe. Em dixwazin mafê wî jê re bê dayin.”