Înîsiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê tê ragirtin. Înîsiyatifê xwestin Guler serbest berdin.
Înîsiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî bi boneya ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 465’emîn de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîyan û daxuyanî dan. Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê tê ragirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci daxuyanî da. Yazmaci diyar kir ku Emîn Guler ji sedî 94 astengdar e û wiha got: “Gelek nexweşiyên wî hene. Rewşa wî rê nade ku li girtîgehê bimîne. Lewma rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Guler, di dawiya sala 2016’an de hate girtin. Ji ber ku zehmet bi mejîpişta C-5 a Guler ket, felca qismî bû. Ji ber vê felcê jî ji sedî 94 astengdar bû û rapora wî heye. Nêzî 5 meh berê birin ATK’a Stenbolê lê heta niha jî rapora wî nehatiye şandin. Hêj nizane bê ka çi biryar hatiye dayîn. Ji ber felcê nikare dest û lingê xwe bi kar bîne. Girtîgeha lê tê ragirtin du qet e lewma dema ji cihê razanê diçe mitbaxê yan jî ji mitbaxê diçe cihê razanê gelek zehmetiyan dikêşe. Bi hesinên derenceyan digire û bi zor û zehmet tevdigere. Her wiha bi zehmetî bêhnê distîne. Carnan bi ser hişê xwe ve diçe û di nava cihan de dimîne.”
‘Serbest berdin’
Yazmaci, anî ziman ku Guler nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî û wiha got: “Divê tavilê bê berdan. Divê rapora li ATK’ê jê re were şandin, karûbarê tehliyekirinê bê lezkirin û ji bo di şert û mercên bitendurist de bê tedawîkirin, em dixwazin Guler tavilê were berdan.”