Saziya Tiba Edlî (ATK) derbarê girtiyê nexweşê giran Civan Boltan ê di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, careke din rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. Boltan wekî gelek zarokan piştî wextekê ji ber tahde û îşkenceyê berê xwe daye çiyê. Boltan gava çûye çiyê, di şerê 24’ê nîsana 2012’an de birîndar bûye. Lê wê demê gotine qey Boltan jî miriye û ew jî xistine kîsên cenazeyan û rakirine nexweşxaneyê. Lê li morgê kifş bûye ku sax e û ji ber vê dest bi dermankirina wî hatiye kirin. Lê di şer de çavek wî kor bûye û destek wî jê bûye. Her wiha niha di serê wî de parçeyek şarapnelê jî heye.
Li gorî nûçeya nûçeghanê ajansa Mezopotamyayê Mehmet Guleş di serlêdana ji bo Boltan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate dayîn de Tirkiye ji ber xala 3’yemîn a qedexeya îşkenceyê û mûameleya nebaş a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) sererast dike binpêkiriye sûcdar hate dîtin. Lê di darizandina ji ber biryara “binpêkirinê” jinûve hate kirin de 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind cezayê hefsê yê muebbeta girankirî ku dadgeha herêmî li Boltan birî bû pejirand. Dadgehê weke hincet jî diyar kir ku ji bo biryara DMME’yê bê pêkanîn divê di TCK’yê de guhertin bên kirin.
Der barê Boltan ê bi daxwaza berdanê ji bo tedawiyê dosyaya wî şandin ATK’ê de dîsa rapora “dikare di girtîgehê de bimîne hate amadekirin.
‘Ne edalet ne jî wijdanê wan heye’
Dayika Boltan, Nazîme Boltan a yek ji beşdarvana Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş bên berdan salek û 3 mehan hate meşandin bû, bertek nîşanî biryara ATK’ê da. Boltan, qala helwesta ATK’ê ya derbarê girtiyên siyasî de kir û wiha got: “Kesên tên berdan jî tenê ji bo di girtîgehê de jiyana xwe ji dest nedin tên berdan. Ji xwe piştî tên berdan di demekî kurt de jiyana xwe ji dest didin. Lê kesên ji fihûş, cînayetên jinan, hikum xwarine tên berdan. Heke edalet û wijdan hebûna da dengê me bihîzin û weke hev nêzîkî herkesê bibin.”
Dayika Boltan 5 sal in kurê xwe nabîne
Boltan, anî ziman ku piştî ku lawê wê ji Amedê sewqî Bolûyê hate kirin şertên wan ên hevdîtinê hatine sînorkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku ez nikarim ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê rêwîtiyê bikim 5 sal in kurê lawê xwe nedîtiye. Di axaftina bi telefonê de ku du hefteyan carekê tê kirin dikarim 10 deqîqeyan dengê wî bibihîzim. Daxwaznameyên ku me ji bo bînin Amedê dan, bêencam man. Sirgunkirina girtiyan a cihên ji malbatên wan dûr, ji zilmê pêvetir tiştekî din nîne. Hinek dayik û bav ji ber an nexweş in an jî pîr in nikarin rêwitiyê bikin û bi salan nikarin biçin hevdîtina zarokên xwe. Dayik û bavên ku bi vê hesretê jiyana xwe ji dest dane hene. Heke li Tirkiyeyê edalet hebûya ev tişt nediqewimîn.”
Boltan, di axaftina bi telefonê ya bi kurê xwe re kirî de hîn bûye ku lawê wê beriya 3 mehan birine ATK’ê û bi gotinên “Tevî ku çavek û destekî wî nînin û di serê wî de parçeyê şarapnelê heye jî dîsa ATK’ê rapor neda. Ev edaleteke çawa ye, tevî ku ev qas nexweşiyên wî hene jî tenê birine û anîne. Ji eziyetê pê bidin kirin zêdetir tiştekî din nekirine” bertek nîşan da.
‘Çareserî li Imralî ye’
Boltan, bi lêv kir ku weke pirsgirêka kurd, pirsgirêkên li girtîgehan tên kûrkirin jî bi rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare bê çareserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salane çima bi Îmraliyê re hevdîtin nayên kirin. Min ev yek fêm nekiriye. Heke çareseriyek çêbibe dê ji wir dest pê bike. Dê ji wir jî belavî hemû civakê bibe. Divê hemû gel û rêxistinên sivîl ên civakî li dora Îmraliyê bicivin. Ji ber ku çareserî li Îmraliyê ye.”