Binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan berdewam dikin. Li ser girtiyên li Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Ewlehiya Bilind tên ragirtin binpêkirinên mafan berdewam dike. Di girtîgeha Eregliyê de 40 girtî di qawişên yekkesî de tên ragirtin. Girtiyan destnîşan kirin ku ew li dijî binpêkirinên mafan ên li ser wan tên sepandin dê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojî didomînin. Ji 40 girtiyan Yakûp Brûkanli yê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin li dijî tecrîda giran agir berda bedena xwe.
Girtî Îbrahîm Sutçu di axaftina xwe ya telefonê ya bi malbata xwe re pêk anî de anî ziman ku ew ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye, hevdîtina vekiri û mafê ragihandinê jê re hatiye qedexekirin. Sutçu ragihand ku ew ji 23’yê tebaxê heya niha di qawişên yekkesî de tên ragirtin û wiha axivî: “Ewil 30 girtî di greva birçîbûnê de bûn û em dizanin ku niha 40 girtî di grevê de ne. Dibe ku em ji 40 kesî zêdetir jî bin, em nikarin agahiyeke piştrast bi dest bixin. Em wekî girtiyên edlî yên giran rojê saetekê me derdixin hewadariyê. Em li hewadariyê jî hev nabînin. Ji bilî saeteke hewadariyê destûr nadin tu çalakiyên civakî. Li nêzî qawişên me girtiyên edlî yên giran hene û me aciz dikin. Em hê jî grava xwe ya birçîbûnê didomînin. Dema ku me xwest ku em derbasî qawişên 3 kesî bibin jî rêveberiya girtîgehê li me ‘qanûna poşmaniyê’ ferz dike. Ji me dixwazin ku em îxanetê bikin.”
Bedena xwe daye ber agir
Sutçu, diyar kir ku girtiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Yakûp Brûkanli yê di heman girtîgehê de tê ragirtin li dijî tecrîda giran bedena xwe daye ber agir û ev tişt got: “Em dizanin ku rewşa wî giran e lê em nikarin tu agahiyan jê bigirin. Em ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin û heta ku daxwazên me tên bersivandin êm ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Daxwazên me ew in ku têkildarî rewşa Yakûp Brûkanli agahî stendin, bi hevalên xwe re di heman qawişê de bên ragirtin, saetên hewadariyê bên zedekirin, bi girtiyên edlî yên giran cudatir bên girtin û muameleya xirab were dawîkirin.”
Sutçu herî dawî bang li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqê û partiyên siyasî kir ku bên serdana girtîgehê.