12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Girtiyê 75 salî Mavî berdin’

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser girtina Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî û xwestin wî serbest berdin.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 519’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Suleyman Sabrî Mavî (75). Mavî di 11’ê tebaxê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji mala xwe hat binçavkirin. Di bin çavan de krîza dil derbas kir. Mavî tevî vê yekê di 12’ê tebaxê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F’yê ya Wanê.

Endama Desteya Rêveberiya Navendê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da. Çevîrmen, ani zanîn ku gelek nexweşîyê li Suleyman Sabrî Mavî hene û got: “Ew ji sedî 96 astengdar. Bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Mavî di sala 2022-2023’yan de du caran krîza dil lêxistiye û di mehekê de sê caran anjiyo bûye û ew girtiyek nexweşê nav nivîna ye. Dive girtiyê nexweş Suleyman Sabrî Mavî bi lezgînî were berdan.”