Giritiyên siyasî ji bo Hemîd Hisên Nejad Heydaranlû ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin Kampanyaya “Na ji Cezayê Darvekirinê re” dan destpêkrin. Ev kampanya ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, didome. Girtiyan li ser armanca kampanyayê daxuyaniyek nivîskî an.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cezayê darvekirina Hemîd Hisên Nejad Heyderanlû kiryareke nemirovane ya rejîma Îranê ye û wiha hat gotin: “Hemîd Hisên bi darê zorê îfadeya wê hatiye girtin daku îtiraf bike û kaxezekê îmze bike. Ji serê salê ta niha 88 welatiyên Kurd û Îranî hatine darvekirin. Ji wana 5 jin, 7 girtiyên siyasî û 2 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de bûn.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku zêdebûna cezayên darvekirinê û kuştinên welatiyan ên ji aliyê rejîmê ve, tirsa desthilatê ya ji raperîn û nerazîbûnên gel nîşan dide.
Di dewamê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li dijî kiryarên rejîmê bêdeng nemînin û bi awayek pratîkî û bi bandor tedbîrên pêwîst li pêş rejîmê bigrin.
Hêjayî bibîrxistinê ye duh girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlû li girtîgeha Urmiye bi awayek veşartî hat darvekirin. Piştre Wezareta Îtlaetê û Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ji malbatê re gotin ku nabe ew şîn ji bo Hemîd Hisên Nejad daynin.