25 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyan li dijî îşkenceyê dest bi grevê kirin

Zext û pêkûtiyên li girtîgehan ranaweste. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, muayeneya bi kelepçe li girtiyan tê ferzkirin, heqaret li wan tê kirin. Li Girtîgeha Kirşehîrê jî girtiyan ev 3 hefteye li dijî zext û tundiyê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li girtîgehan zext û tundiya li ser girtiyan derketiye radeya herî jor. Li Girtiyê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê li dijî miamileya xerab greva birçîbûnê dest pê kiriye. Li girtiyê nexweş Îsa Ozgan ê 78 salî, li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin di dema muayeneyê de kelemçekirina destên wî lê hatiye ferzkirin û cendirmeyan jî heqaret lê kirine. Li aliyê din jî girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (73) ku li Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê tê ragirtin li gel ku rewşa wî nebaş e jî nayê berdan.

Girtiyê bi navê Mehmet Kirdag ku li Girtîgeha Tîpa s a Kirşehîrê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û got ku li dijî miamileya xerab, ev 3 hefteye dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirine. Kirdag, di hevdîtinê de got ku greva birçîbûnê li dijî zextên roj bi roj girantir dibin û miameleya xerab hatiye destpêkirin. Kirdag, da zanîn ku axaftina bi Kurdî hatiye qedexekirin, peydakirina pirtûkan tê astengkirin û dema diçin nexweşxaneyê miamileyeke xerab li wan tê kirin. Kirdag, destnîşan kir ku girtî bi rêbazên îşkenceyê yên cur bi cur rû bi rû dimînin.

Li girtiyê nexweş kelemçeyê ferz dikin

Îsa Ozgan ê 78 salî di 26ê Mijdara 2024’an di encama serdegirtinên malan ên li  Stenbolê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Ozgan, niha li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê tê ragirtin. Ozgan, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Nexweşiyên Ozgan ên weke dil, tansiyon, qelewî, mîde, prostat û romatîzmayê hene. Di 2 mehên li girtîgehê de Ozgan 6 kîlo da. Herî dawî jî Ozgan birin Saziya Tipa Edlî (ATK) lê hêj encama rapora wî derneketiye.

Parêzerê Ozgan, Ferat Bogatekîn diyar kir ku miwekîlê wî nikare pêdiviyên xwe bicih bîne û alîkariyê ji girtiyên din digire. Bogatekîn, got ku Ozgan dema cilên xwe diguherîne jî hevalên wî jê re dibin alîkar û wiha domand: “Nikare bi tena serê xwe serê xwe bişo. Hevalên wî jê re dibin alîkar. Got ku têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê pir dereng dibin revîrê. Got ku carnan 2-3 hefte piştî daxwaznameyê dişînin revîrê. Dema birin Nexweşxaneyê Kampusê jî di dema tedawiyê de kelemçekirina destên wî lê ferz kirin. Her wiha cendirmeyan heqaret lê kirine. 2 hefte berê ji bo raporê birin ATKKê lê hêj encam diyar nebûye.”

Girtiyê nexweş nayê berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam 73 li Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê tê ragirtin. Çam, di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a girtiyên nexweş de cih digire. Ji bo tehliyeya Çam gelek serlêdan hatin kirin lê tevek jî bêencam man. Malbata Çam, ji ber jiyana wî di nava fikaran de ye. Şîmel Çam ku herî dawî di 20ê Çileyê de çû serdana bavê xwe, got ku bavê wê nikare bi tena serê xw e sexbêra xwe bike.