5 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyan dest bi çalakiyeke nû kir

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bidorveger kiribûn. Greva birçîbûnê di roja 121’emîn de li gelek girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dike.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmar 2, dest bi çalakiyeke nû kirin û biryar dan ku heta malbat û parêzer bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina rû bi rû nekin, dê mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê bi kar neynin.

Dixwazin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

Girtiyên li girtîgeha Rihayê, piştî hevdîtina Abdullah Ocalan a bi telefonê ku bi birayê xwe Mehemet Ocalan re kiribû û hevdîtin hatibû qutkirin, diyar kir ku ew heta encamekê bi dest nexin dê hevdîtina xwe ya bi telefonê bi kar neynin.

Di nav hefteyê de tenê du girtî li malbatên xwe geriyan û wan ji malbata xwe re got ku heta bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina rû bi rû neyê kirin û dê çalakiya xwe bidomînin.

Girtî Mehmet Biniciyê ku li heman girtîgehê ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got ku heke hefteya pêşiya wan bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin, dê hevdîtina xwe ya bi telefonê bi kar neyînin.  