Danişîna ewil a 15 jê girtî 18 rojnamegeran di 11’ê tîrmehê de wê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Tê payîn ku gelek rêxistinên rojnamegeran û rêxistinên hiqûqî û civaka sivîl jî danişîna rojnamegeran bişopînin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, girtina rojnamegeran nirxand.
Ozdemîr, destnîşan kir ku rojnameger her tim ji ber karên xwe dibin hedefa darazê û got ku bi pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) ya piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15’ê tîrmehê zextên li ser rojnamegeran zêdetir bûne. Ozdemîr, anî ziman ku rojnameger bi awayekî kêfî hatine binçavkirin û ev tişt got: “Demeke dirêj tên girtin. Ev yek veguheriya biryarên cezakirinê.”
Pratîka darazê ya dijhiqûqî
Ozdemîr, bal kişand ser rêgeza “pêşbînîkirinê” ya hiqûqê û wiha got: “Divê çalakiyeke li gor pênasekirina sûc, ji aliyê kesên sêyem ve bê dîtin. Lê li Tirkiyeyê di çaçroveya sûcê ‘endamtiya dijqanûnî’ de mirov tên darizandin. Ev jî nîşan dide ku ya tê kirin ne li gor rêgeza pêşbînîkirinê ye.”
Di berdewamê de Ozdemîr bi lêv kir ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi sûcdarkirina “endamtiya rêxistina dijqanûnî” re rû bi rû dimînin, tên girtin û cezakirin û wiha pêde çû: “Li Kurdistanê îcrakirina xebatên pîşeyî yên rojnamevanan di nava pençên darazê de ne. Em di girtina rojnamevanan de ku ji 16’ê Hezîranê ve girtî ne, dibînin ku nepeniya lêpirsînê hatiye binpêkirin, karîneya bêrîkirinê tune hat ehsibandin, pêvajoyeke darizandinê ya neadil hat meşandin. Di îdianameyê de ka rû barên rojnamevaniyê yên rojnamevanan ku ne sûc in, wekî sûc hatine hesibandin.”
Ozdemîr, destnîşan kir ku ew di îdianameya rojnamevanên girtî de dibînin ku azadiya kesan û ewlehiya wan hatiye binpêkirin. Ozdemîr bi lêv kir ku “polîtîkaya tepisandinê” ya detshilatê jî sîrayetî darazê jî kiriye û got: “Daraz, peywira tepisandina kesên muxalifî desthilatê ne wergirtiye.”
‘Em pêvajoyê dişopînin’
Di dawiya axaftina xwe de Ozdemîr, destnîşan kir ku divê kar û barên rojnamevaniyê di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de bên hsibandin, lê mixabin ev yek li Tirkiyeyê berevajî ye. Ozdemîr, diyar kir ku ew wekî Baroya Amedê pêvajoya lêpirsîna rojnamevanên girtî dişopînin û got ku ji bo azadiya fikr û ramanê ew ê danişîna dozê ya di 11’ê Tîrmehê de bişopînin.
Çi bûbû?
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve, di 8’ê hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Unur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatin girtin. Paşê dosyeya Safiye Alagaşê ji ya dozê hatibû veqetandin û Alagaş di 15’ê hezîrana 2023’yan de hatibû berdan.