Ji roja 16’ê kanûnê ve hêzên PDK’ê bêyî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt. Du roj piştî wê di 19’ê kanûnê de deriyê bazirganiyê yê El-Welîd jî li ser Rojava de girt. Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê diyar dike, biryara PDK’ê tenê xizmetê ji Tirkiyeyê re dike û banga vekirina deriyan û rakirina dorpêçê dike. Lê tevî nerazîbûnên gelê Rojava û başûrê Kurdistanê jî PDK di polîtîkaya dorpêç û ambargoyê de bi israr e.
ji sala 2013’an ve ku deriyê Sêmalka-Pêşxabûr navbera herdu Rêveberiyên kurd ya Başûr û rojavayê Kurdistanê de vekiriye, ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heywan, goşt, sebze û fêkî derbasê Başûr tê kirin û ji başûrê Kurdistanê jî xwarin-vexwarin, pêwîstiyên înşaatan û hwd derbasê Rojava û Sûriye dibe. Her wiha bazirganiya du alî derfeta kar ji bo gelek welatiyên Başûr û rojavayê Kurdistanê çêdike, lewma bazirganên başûrê Kurdistanê ji van pêkanînên PDK’ê yên li dijî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîne.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê Eyad Hisên têkildarî mijarê axivî û girtina deriyên navbera Rojava û Başûr de ji aliyê PDK’ê ve weke biryareke siyasî dizane û dibêje; “Rojane guhertina berheman di navbera Başûr û Rojava de hebû. Girtina derî zererê dide bazirganên herêmê û bandoreke xirab li bazarên Rojava û Başûrê Kurdistanê dike.”