12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgehê cezayê hucreyê da 40 girtiyan

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê li 40 girtiyên ku li dijî binpêkirina mafan di çalakiyê de bûn, 11 roj cezayê hucreyê birî.

Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê li 40 girtiyan cezayê hucreyê hatiye birîn. Hate diyarkirin ku bi hinceta çalakiyên girtiyan li dijî binpêkirinên mafan lidar xistine 11 roj cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. Her wiha hate ragihandin ku berdana hin girtiyan hatiye taloqkirin. Yek ji girtiyên cezayê hucreyê lê hate birîn Îslam Erdogan, diyar kir ku personelên girtîgehê amblema gur bi milê xwe yê çepê ve dikin û wisa digerin.

Erdogan da zanîn ku wan dernaxînin tu fealiyetên civakî û her tim bi ser qawişên wan de digirin. Erdogan anî ziman ku radyoyên ji qantînê girtine jî hatine desteserkirin û got: “Em bi biryar û bawer in têkoşîna me dê bidome. Em amade ne ku di vê oxirê de em ê her cure peywîra dikeve ser milê me bikin.”