4 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeh kirine kujergeh

Eliyê Şemzêxan

Rejîma dewleta tirk girtiyan ewil nexweş dixin û piştre cenazeyên wan ji girtîgehê derdixin. Ji ber vê yekê girtîgeh ji bo girtiyên siyasî kirine kujergeh. Girtiyê siyasî Abdulkadîr Kuday jî mînaka vê yekê ye.

Rejîma  dewleta tirk li Tirkiyeyê girtîgeh kirine kujergeh. Ji ber ku însanan bi ciwanî digirin û cenazeyê wan derdixin. Di temenê herî bi tevger, hilberîner û çalak de mirovan digirin û piştî kal û pîr dibin wan serbest berdidin. An cenazeyên girtiyan derdikevin, an jî piştî kal û pîr bûn bi komek nexweşî derdikevin derve. Tenê di 9 mehên 2024’an de herî kêm 24 cenaze ji girtîgehan derketin. Di 2023’yan de 42 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di navbera 2018-2023’yan de 522 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ev dane nişanî me didin ku êdî girtîgeh bûne kujergeh. Bûne cihê kuştina mirovan.

Herî dawî di 2’yê cotmehê de girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday li Girtîgeha Tîpa R’yê ya Metrîsa Stenbolê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Dîsa di 12’ê îlonê de siyasetmedarê kurd Abdulmelîk Okyay ê 71 salî roja ku wê bihata berdan, ji ber ku krîzê dil derbas kir, li Girtigeha Tîpa H a Erziromê jiyana xwe ji dest da. Li gorî rapora ÎHD’ê ya hefteya borî ji serê sala 2024’an heta niha herî kêm 23 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Tevî Abdûlkadîr Kuday, ji serê salê heta niha hejmara girtiyên jiyana xwe ij dest dan gihîşt 24’an.

Dibe ku dema girtîgeh bê gotin, pênaseya “Cihê cezakirina kesên ku sûc kirine” bê hiş û aqilan. Lê belê kê li hemberî kê sûc kiriye? Li gorî çi sûc kirine? Sûcê çawa kirine? Divê bersiva van pirsan bi awayekî aşkere ji aliyê hemû gelên Tirkiyeyê ve bê zanîn. Îro dema em li girtiyên siyasî dinerin, ji ber fikr û nerînên xwe girtî ne. Ji ber ku tev li daxuyaniyekê bûne, li cihekî axivîne, nivîsîne, tev li kar û xebatên saziyek civakî, partiyek siyasî û rêxistinek sivîl bûne hatine girtin. An jî li ser medya dijîtal fikr û ramanê xwe parve kirine û civak hişyar û ronî kirine hatine girtin.

Rejîma dewleta tirk, di zindanan de bedena girtiyan qetil dikin, li derve jî hişê mirovan qetil dikin. Çawa? Rejîma dewletê, gava ewil  dema karibe, mejî qetil dike û serbest berdide kolanan. Bi mejiyên kuştî û bedenên azad hemalên serfkar û kole pêş dixe. Vê yekê bi tiryak, fuhûş, futbol û jiyana tekakesî pêş dixe. Kesên ku tenê li kêliya jiyana xwe difkirin ava dike.

Di gava duyemîn de jî dema ku nikaribe mejî qetil bike vê carê mirovan davêje zindanê û bedenê di nava çar dîwaran de hêdî hêdî dirizîne û qetil dike. Ev mirovên ku cenazeyên wan ji girtîgehan derdikevin jî tev ji ber mejiyên wan azad in û nabin kole têne qetilkirin. Tolê ji bedenê hiltînin û bedena wan dikujin. Îro tecrîda ku zêdeyî 3 salan li zindana Îmraliyê bênavber didome jî encama vê yekê ye. Dema mejî azad û afirîner be vê carê bedenê û mejî tecrîd dikin. Naxwaze ji zindanê ronahiyê bide derve û destûr nadin ku civake ronî bike. Lê mixabin dema bedena mirov bimire, êdî mejî jî nikare bijî. Dema beden dimire, mejî jî dimire.

Çima dewlet vê polîtîkayê pêş dixe. Ji ber ku naxwaze mirovên doza mafê xwe, mafê civak û neteweya  xwe bike derkeve pêşberî wê. Kesên ku li dervê berjewendiyên dewletê têkoşîna dozekê dikin tên cezakirin.

Mirovên ku xizmeta civakek demokratîk, exlaqî û polîtîk dikin tên girtin. An jî gelek caran binçav dikin û gefên kuştinê li wan dixwin. Dema wan nagirin jî dixin nava tora hişbir û fuhûşê. Mirovên ku hişê wan zindî, çalak û azad e, wan dişînin zindanê û bedena wan

Rejîma Tirkiyeyê îro zagonên xwe binpê dike. Li gorî zagonan gelek kesên hatine girtin bêsûc û neheq girtî ne. Lê dewlet wan li hemberî xwe wekî kesên talûke dibîne û bêyî belge, delîl û sûc wan digire û davêje zindanan. Bi girtina wan jî nayê ser. Piştî cezayê wan diqede jî dîsa  wan bernadin. Tenê bi girtinê jî qayil nabin. Piştî wan digirin davêjin yek hucreyê. Wan sirgûnî girtîgehên herî dûrî malbatan dikin. Cezayê name, hevdîtin, radyo, televizyon û rojnameyan didin wan. Girtî nikarin radyoyên ku dixwazin guhdar bikin. Nikarin rojname û pirtûkên ku dixwazin bixwînin. Yanî mirovan 4 qat ceza dikin. Hem wan ji civakê qut dikin û dixin nava çar dîwaran ceza dikin. Hem radyo û qanalên tv yên ku girtî dixwazin nadin girtiyan û wan ceza dikin, hem jî rojname û pirtûkên ku girtî dixwazin nadin wan û ceza dikin, hem jî girtiyan li girtîgehê ji hev qut dikin û her girtiyekî yan dixin hucreyekê yan jî 2-3 girtiyan di odeyekê de bi sînor dikin û ceza dikin.

Li aliyekî malbatan jî ceza dikin. Girtiyan dişînin girtîgehên herî dûrî malbatan. Bi vê yekê çûn û hatina malbatan a serdana girtiyan pir zor û zahmet dikin. Bi vê rêbazê hewl didin bi awayekî fizîkî têkiliya malbat û girtiyan ji hev qut bikin. Têkiliya girtiyan ji malbatê û derve qut bikin. Girtiyên di şertên giran û bêtenduristî de dimînin gelek ji wan nexweş dikevin. Îro her çend li gorî rapora ÎHD’ê 1500 girtiyên nexweş hebin jî di rastiyê de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Tevî nexweşiyan jî girtiyan bernadin. Dîsa li gorî rapora mafên mirovan zêdetîr 500 girtiyên ku cezayên wan qediyane jî dîsa wan bernadin.

Tenê li girtîgeha Tîpa T a Karabukê 17 girtî li gel ku cezayê wan qediya ye ji dîsa wan bernadin û dubar ceza dikin. Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehan li ser hev cezayê girtiyan dirêj dike û bi van biryarê Destûra Bingehîn û Qanûnên Komara Tirkiyeyê binpê dikin. Yanî rêveberiyên girtîgehan zagonên dewletê binpê dikin. Dewletê nas nakin. Lê mixabin ev kesana nayên ceza kirin. Kesên xwezayê talan û wêran dikin nayên cezakirin. Kesên her roj li kolanan jinan qetil dikin, diziyê dikin, tiryak û fuhûşê dikin nayên girtin û nayên ceza kirin. Hemû ev bûyer û geşedanên ku pêş dikevin nîşanî me didin ku yên li dijî civakê sûc bikin serbest digerin, lê yên ji bo mafê xwe li dijî daxwazên dewletê tev bigerin jî wekî sûcdar tên dîtin û girtin. Dewlet tenê bi girtinê wan ceza nake, di heman demê de zindanan li wan dikin goristan û îro girtîgeh bûne kujergeh.