Endama Komîsyona Zindanan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran, têkildarî rewşa zindanan û polîtîkayên dewletê yên li dijî girtiyên siyasî nirxandin kir. Onaran diyar kir ku wan wekî komîsyonê di 30’ê nîsanê de rapora binpêkirina mafan a Girtîgehên Herêma Marmamarê ya 3 mehan bi raya giştî re parve kir û wiha got: “Ev rapor encama nameyên girtiyan, serlêdanên malbatan ên komeleyê, agahiyên ku parêzeran ji girtîgehan kom kirine ye. Li gorî mehên çile, sibat û adarê, pirsgirêkên girtiyan her ku diçe kûr dibin û didomin. Yek ji pirsgirêkên herî giran û sereke “xizaniya girtiyan” e. Xizaniya girtiyan bandorê li ser tenduristiya girtiyan dike. Girtî nikarin li gori tê xwestin xwe xwedî bikin. Ev bandorê li ser tenduristiya wan dike. Nikarin xwarina sereke yên ku pêdiviyên esasî ne temîn bikin û bixwin.
Dîsa xizanî bandorê li ser çûn û hatina malbatan jî dike. Malbat ji ber xizaniyê nikarin biçin serdana xizmên xwe yên girtî. Bi vê yekê girtî bêtir bi tenê tên hiştin. Ev bêtir girtiyan îzole dike û têkiliya wan û derve qut dike.”
Onaran anî ziman ku bi taybetî piştî di çileya 2021’an de Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî li ser pûanên baş nêzî girtiyan dibin, her tim berdana wan taloq dikin û girtî bi mehan û salan bi awayekî keyfî zêde tê cezakirin û wiha axivî. “Ji ber vê nêzîkatiya keyfî ya Lijneya Çavdêriya Îdarî girtî ji gelek mafên xwe yên zagonî bêpar tên hiştin. Zorê li girtiyan dikin ku poşman bibin. Zorê li girtiyan dikin ku derbasî koxuşên serbixwe bibin. Bi vê yekê di nava girtiyan de bêbaweriyê zêde dikin. Girtî ji mafê xwe yê tenduristî ewlehî û parastinê bêpar tên hiştin.”
Onaran da zanîn ku rayedarên girtîgehan mafê tenduristiya girtiyan her tim asteng dikin û ji ber vê yekê rewşa girtiyên nexweş bêtir giran dibin û wiha berdewam kir: “Niha girtiyên ne nexweş jî ji ber ku nayên dermankirin u teşhis nayê dayîn, nexweşiyên nû bi wan re pêş dikevin. Astengiyên li peş dermankirina nexweşan ji revîrê dest pê dike û heta ATK’ê berdewam dike.”
Ji bo mafê girtiyan têdikoşin
Endama Komîsyona Zindanan a ÎHD’ê Hatice Onaran destnîşan kir ku ÎHD ji roja hatiye avakirin heta niha her tim balê dikişine ser rewşa girtî û girtîgehan û wiha dirêj kir: “Her dem hewl dide bibe dengê girtiyan. Komeleya me ji bo bibe dengê girtiyan û dengê girtiyan bigihîne derve û pirsgirêkên girtiyan bi raya giştî re parve bike, bi malbatan re xwe bi rêxistin kiriye. Komîsyona
girtîgehan jî piştî komeleyê hatiye avakirin û her tim ji bo mafê girtiyan têkoşiyaye. Em armanc dikin ku bibin dengê girtiyan û daxwazên wan bi qasî hêza xwe bi raya giştî re parve bikin. Dema em vê yekê pêk tînin em dixwazin raya giştî jî bêtir hestiyar tev bigere û em bang li saziyên fermî dikin ku erka xwe pêk bînin.”
Girtîgeh cihê binpêkirina mafan e
Hatice Onaran, destnîşan kir ku dema mijar dibe binpêkirina mafan cihê yekem tê hiş û aqilan girtîgeh in û wiha pêde çû. “Dema mijar dibe binpêkirina mafan ewil girtîgeh tê aqilê mirov. Berê jî li girtîgehan tundî, zext, îşkence û şikandina rûmetê zêde bû. Bi taybetî piştî girtîgeh derbasî Tîpa F bûn û şûnde êdî şertên tecrîdê li ser girtiyan ferz kirin. Piştî îktîdara AKP’ê hêza xwe xurt kir, rê li pêş azadiya ramanê girt. Rûyê rast ê li hemberî mafên mirovan û demokrasiye nîşan da. Bi taybetî piştî 2016’an ku OHAL îlan kirin û şûnde, polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê girantir kirin. Li dijî nasnameya gelê kurd hiqûqa diiminantiyê pêş xist. Mafê jiyanê û mafê tenduristiyê bi awayekî keyfî tê astengkirin.”
Girtîgeh kirine malên mirinê
Onaran anî ziman ku girtî di aliyê fizîkî û derûnî de bi tenê tên hiştin û got: “Girêdayî jiyana hucreyan tundî, zext û îşkenceya li ser girtiyan zêde dikin. Her tim cezayê dîsîplînê li girtiyan dibirin û wan davêjin hucreyên yek kesî. Cezayê wan taloq dikin û wan bernadin. Ceza li ser ceza didin. Bi taybetî vê polîtîkayê li ser girtiyên kurd pêş dixin. Ev nêzîkatiya wêdekirin û yên din e. Dixwazin girtiyên kurd wekî ne tu tişt in bidin xuyakirin. Girtîgeh ne tenê malên ceza ne. Bûne malên mirinê. Girtiyên nexweşên giran tevî raporên Saziya Tipa Edlî jî dîsa nayên berdan. Girtiyên nexweşên giran jî dema 3-5 meh an jî roj temenê wan dimîne wan serbest berdidin. Sedema vê yekê jî hiqûqa dijminantiyê ye. Girtiyên temenê wan 70-80 salî hene. Nikarin bi serê xwe pêdiviyên xwe pêk bînin. Ev pergal li dijî van mirovan bêwijdan e.”
Girtî ezman nabînin
Onaran bal kişand ser rewşa girtîgehên tîpên L, T, S, YG (Girtîgehên Ewlekariya Bilind) û wiha dirêj kir: “Dema mirov li encama van girtîgehan dinere, nîşan dide ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Dixwazin girtiyên ku li dijî îşkence, bêrûmetî û zextan serî natewînin û dest ji mafê azadiya ramanê û baweriyê bernadin, di van girtîgehên ku wekî darbestane de ‘terbiye’ bikin. Dibêjin an hûn ê serî bitewînin û dest ji mafên xwe berdin, an jî hûn ê di van darbestdan de bin. Di tecrîdê de sînoran nas nakin. Girtî nikarin tavê bibînin û nefesê bistînin. Her dem gotinên dawî kesên li ber xwe didin dibêjin. Tevî hemû zext, zor û tundiyan jî dîsa girtî ji bo jiyanek mirovane, bi rûmet û azad her tim li ber xwe dane. Em ê her tim bibin deng û nefesa wan.”
Onaran herî dawî anî ziman ku demek dirêj e her ji 3 mehan carekê der barê girtîgehan de raporê bi çapemeniyê re parve dikin û wiha bi dawî kir: “Saziyên wekî CPT, Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropayê ku nerîna dewleta fermî esas digirin, van nirxandin û raporan zêde esas nagirin. Em dîsa raporan ji wan re dişînin.”