12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî: Li Kirşehîrê îşkence heye

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, bi rêya malbatê diyar kir ku îşkence li wan tê kirin.

Girtî Îsmaîl Tuzun ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, di lîsteya girtiyên nexweş de tê girtin. Nexweşiyên weke rûvî, mîde heye. 21 sal in girtî ye. Di 4-5 mehên dawî de nayê tedawîkirin. Sepanên weke lêgerîna dev, lêgerîna tazî li wî ferz dikin. Ji ber van kiryaran naçe nexweşxaneyê. 2-3 mehan di hucreya yekkesî de hate ragirtin. Tuzunê bi rêya malbatê bal kişand ser zext û tundiya li girtiyan têne kirin. Tuzun anî ziman ku her girtiyek di menzelekê de tê girtin û wiha got: “Gefan li me dixwin. Tundiya derûnî û fizîkî pêş dixin. Bi devkî û gotinan îşkenceyê li me dikin. Zorê li me dikin ku em menzelên xwe biguherinin. Ji ber van zextan me dest bi çalakiyê kiriye.”

Tuzun, da zanîn ku her diçe zextên li ser wan zêde dibe û ji ber van zextan ew jî mafê xwe yê çalakiyan bikar tînin. Tuzun bibîr xist ku nêzî 45 – 50 kes li girtîgehê dimînin.

Tuzun xwest parazvanên mafên mirovan û rayagiştî li dijî van kiryaran bêdeng neminin.

Balkêş e mafê telefonê 10 deqîqe ye. Lê girtî tenê 7 deqîqeyan bi malbatê rekaribûn bi axivin.