Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Boluyê, bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku girtî ji ber xwarina girtîgehê jahrînî bûne. Girtiyan anîn ziman ku hemû girtî jahrînî bûne. Der barê mijarê de xizmên girtiyan destnîşan kirin ku ji ber telefon qut bûye wan ber bifirehî agahî negirtine û encama jahrînê çû bûye nizanin. Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in û xwestin parazvanên mafên mirovan bi mijarê eleqeder bibin.