8 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî Abdulkadîr Tatli jiyana xwe ji dest da!

Li Gîrtîgeha Kirikkaleyê girtiyê nexweş Abdulkadîr Tatli, jiyana xwe ji dest da.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku Abdulkadîr Tatli yê ku di lîsteya nexweşan de cih digirt, li Gîrtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê jiyana xwe ji dest daye. Hate ragihandin ku Abdulkadîr Tatli yê ku di sala 1999an de dîl hate girtin, ev demeke dirêj bû tedawî dibû. Cenazeyê  Abdulkadîr Tatli ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikaleyê. Hate ragihandin ku piştî otopsiyê wê cenazeyê Tatli bibin navçeya Farqîn a Amedê. Abdulkadîr Tatli yê ku ev zêdetirî 25 salan e dihat rehîngirtin û hin nexweşiyên wî hebûn, di odeya sêkesî de bi tenê dima.