5 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girîngiya wêjeyê di jiyana mirov de

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Kûrahiya ramanî, hestyarî û giyanî/derûnî bi wêjeyê dest pê dike. Dema mirov xwe di rêzikên helbestekê yan jî romanekê de dibîne,  têgihîştina cîhana xwe ya hundirîn jî pêk tîne

Li seranserê dîroka mirovahiyê, bidestxistina kûrahiya ramanî, hestyarî û giyanî/derûnî bi wêjeyê dest pê dike. Wêje tenê ne wekî qadeke hunerê, ew weke navgîna têgihîştin, derbirîn û veguherîna hebûna takekes a jiyanî, civakî û gerdûnî ye. Wêje, ji do heta îro wekî, weke çavkaniyeke girîng a rexneya civakî hatiye dîtin.

Ji dema ku mirov ji çanda devkî ber bi çanda nivîskî ve bûye, wêje bûye neynika hişê mirov. Lewra hest, raman,  sêwirîn û xewn û xeyalên mirovan, bi saya wêjeyê hatine derbirîn. Wêje, ji ber ku têkiliya navbera mirov û cîhanê dişêwîne diyardeyek e ku hem di asta takekesî û hem jî di asta civakî de xwedî girîngiyek bêhempa ye. Ji ber vê yekê erk û vatiniya (peywira) wêjeyê ya li ser asta takekesî û civakî bi roleke pir girîng arbûye.

Mirov ne tenê bi behre û viyana xwe ya aqilmendiyê, bi hest û hizrên xwe jî dibe mirov. Lewra derbirîna hest û ramanê piştgiriyê dide yekparebûna bîr, giyan û bedena mirov. Kesekî/e ku xwe di rêzikên helbestekê de dibîne, yan di hevoka romanekê de rastî şopên êşa xwe tê, an jî di çîrokekê de hesteke cuda hîs dike, her wiha têgihîştina cîhana xwe ya hundirîn jî pêk tîne.

Wêje dike ku takekes  hîs bike ku ew ne bi tenê ye. Hestên ku di jiyana wî/ê de hatine tepeserkirin an jî nehatine derbirîn, ji devê karakterekî/ê derdikevin û birînên ku ew nikare di jiyana xwe ya rastîn de bi nav bike, di navbera rêzikên çîrokekê de wateyekê dibîne. Ji ber vê yekê, mirov dikare wêjeyê wekî cureyeke terapiya mirov a hundirîn jî pênase bike. Lewra mirov çiqas bêhtir bixwîne, ewqas kûrtir difikire. Wêje tenê ne cîhana mirov a hestyarî, her wiha pejnkarî û zerengiya mirov a rewşenbîrî jî xurt dike. Lewra wêje têkariyê dide bipêşxistina rewşenbîriya mirov.

Têgihîştin û dahûrandina nivîsekê, girtina motîvasyonên karakteran û şîrovekirina çîrokekê şiyan û hizirîna mirov a dahûranî jî bi pêş dixe. Bi taybetî her berhemek klasîk, bi wateyeke piralî, ji xwîner re pejnkariyeke rewşenbîrî pêşkêş dike. Nivîsên ku pergala ramanê û perspektîfên (bergehên) cuda pêşkêş dikin, viyana mirov a nirxandina cîhanê ji gelekî xurt dikin. Mirov bi rêya wêjeyê, derfetên lêkolînê bi dest dixe da ku ji xwe jî wêdetir rastiyekê bibîne û bi vî rengî xwe ragihîne bêhnfirehiya derûnî. Ev bêhnfirehî hem di jiyana mirov a rojane de û hem jî di pêvajoyên pîşeyî û civakî de xwedî roleke girîng e.

Wêje, hunera avakirina rastiyê ye. Ev jî pêvajoya avakirinê ya ji nû ve ye ku ji bo bal û serinc û xewn û xeyalên mirov çavkaniyeke ramînê ye. Atmosfereke (kawdaneke) berfireh, di hişê xwîner de cîhaneke xeyalî û dîrokî pêk tîne û di bîra mirov de asoyeke nû vedike. Ev tenê bandorê li pêvajoya xwendinê nake, bandorê li têgihîştina mirov a jiyana rojane jî dike.

Wêje, hunera bikaranîna zimên, bi awayekî bedewkar pêk tîne, diedilîne û bi pêş dixe. Her ku mirov dixwîne dewlemendiya zimanê xwe kifş dike; ferhenga xwe berfireh û zerengiya xwe ya derbirînê xurt dike. Tenê ne li ser derbirîna nivîskî, her wiha li ser zimanê devkî jî bandoreke girîng dike. Kesên ku ziman bi awayekî zelaltir, bedewtir û bandortir diaxivin, hem di jiyana kesane û hem jî di jiyana pîşeyî û civakî de jî pêşwendiyek (avantajek) girîng bi dest dixin.

Wêje, zimanê mirov bipêş dixe; hişmediya civakî baştir û derûniya mirov geştir dike. Berhemên nivîskî yên herî giranbuha ku wekî ezmûnên dîrokî, avahiyên çandî, bîrdozî, bawerî, şêwaza jiyanê û nirxên civakê tên dîtin, bi rêya wêjeyî mayinde û nemir dibin. Berhemeke wêjeyî ya nivîskî ne tenê helbest, roman an çîrokên takekesî, her wiha tevahiya bîra kolektîf/hevbeş jî temsîl dike. Destan, çîvanok, çîrokên gelêrî û berhemên wêjeyî yên nûjen kodên rewşenbîrî yên pejnkarî û hestyariyê ku nasnameya kolektîf a neteweyekê pêk tînin, tevahiya civakê ber bi pêşerojeke nû û nûjen ve dikin. Bi vî awayî, wêje dibe yek ji navgîna herî girîng a ku hebûn û mayindebûna neteweyekê misoger dike.

Erka wêjeyê ya ku asta takekes û civakê radigihîne lûtkeya pejnkariyê,  hevxemî (empatî) ye. Du hêmanên bingehîn ên wêjeyê hene; yek nivîskar/helbestvan e û ya din jî xwîner e. Her nivîskarek/helbestvan bi rêya roman, helbest û çîroka xwe  neheqî, newekhevî, nakokî û pirsgirêkên civakî li ber çavan radixe. Wêje derfetê dide takekes ku serdem û civakê ku tê de dijî pirsiyar bike. Xwîner di cîhana nû de şîn, şahî,  êş, kêfxweşî, reşbînî, xweşbînî, pêşwendî û paşwendiyên cîhan û jiyanê di şexsê xwe de dibîne;  li ser difikire û dinirxîne. Ev yek ji bo xwîner ezmûneke girîng e û ev ezmûn hest, raman û hişmendiya mirov dikemilîne, hestyarî û pejnkariya wî/ê bi pêş dixe. Lewra têgihîştin û rêzgirtina ji bo çand, ezmûn û nasnameyên cuda bi rêya wêjeyê bi dest dikevin. Wêje ji bo ahenga civakî û çanda hevpar a jiyanê derfeteke  girîng e. Wêje deriyekî cîhanê yê nû  li ber  mirov (xwîner) vedike.  Mînak, bi derketina romana nûjen re, rewşa takekes a civakî pevçûna çînî, pirsgirêkên azadiyê, saziyên siyasî û tevgerên exlaqî dest pê dikin ku bi tevayî tên nîqaşkirin. Guherîn û veguherînên civakî, bi deriyên rexneyî yên ku ji hêla wêjeyê ve vedibin, dest pê dike

Wêje, avakirina nasnameya neteweyî û gerdûnî ye. Wêjeya her civakê xwedî nasnameyeke bêhempa ye. Her berhemeke girîng a wêjeyî  her wiha gerdûnî ye jî. Ev realîte bingeha hêza wêjeyê ye ku hemû civakên cîhanê bi hev ve girê dide. Her çendî ku her civak bi rêya wêjeyê nasnameya xwe ya neteweyî bi dest dixe, hest û ezmûnên hevpar ên mirovahiyê jî parve dike. Mînak, Mem û Zîna Ehmedê Xanî hîmê çand, ziman û wêjeya kurdî ye. Destana Homer, nirxekî bingehîn ê çanda yewnanî ye û beşek ji vegotina mîtolojîk a hevpar a mirovahiyê ye. Hamleta Shakespeare, dawera wêjeya îngilîzî ye. Van kesyaetiyên hêja bi berhemên xwe, jiyana gelê xwe bi tevahiya cîhanê dane nasîn. Ji ber vê yekê, wêje hevgirêdana nasnameya neteweyî û hişmendiya hevpar a gerdûnî bixwe ye.

Têgihên bingehîn ên wekî jiyan, mirin, evîn, tenêtî, azadî, dadmendî û hwd mijarên herî zêde ne ku di wêjeyê de tên dahûrandin.  Tevî cihêrengiya cîhanê, hemû mirov hest, hizir û bûçûnên xwe (hêvî, fikar, şer, şîn, bêhêvîtî, evîn, xem, xewn û xeyalên xwe) bi rêya wêjeyê parve dikin. Li ku derê hatibe nivîsandin jî, berhemeke wêjeyî ya baş, giyanê hemû mirovan digihîne hev. Di vê çarçoveyê de, wêje zimanekî gerdûnî ye ku netewe, çand û ziman jî derbas dike û bîra kolektîf û ruhê hevpar ê mirovahiyê pêk tîne.

Wêje ne tenê cîhanê vedibêje; ew wateyê jî dide jiyanê da ku mirov bi armanca hebûn û xwebûna xwe bihese. Mirov bi rêya wêjeyê hem di nav lêpirsîna hebûna xwe û hem di nav têkiliyên mirovahiyê yên gerdûnî de ye. Ji ber vê yekê, wêje hem neynika hebûnê û hem jî hîmê avakirina zimanê hevpar ê mirovahiyê ye.