Ji serdema Sovyetê vir ve li vê herêmê gelek rewşenbîr, hunermend, stranbêj û helbestvan çalakiyên xwe yên çandî li dar xistine. Çandeke dewlemend mirovên jêhatî li dora xwe kom kirine. Dî dîrokê de gelek jinên navdar şopa xwe li herêmê hiştine. Û îro jî ji bo parastina çandê hemû derfet hene.
Herêm bi rastî pir mezin e. Helbet ji bo parastina zimanê zikmakî xebat tên kirin. Jin çalak in. Di parastina mafên xwe de bi biryartir in. Di konferansê de projeyên pêşerojê hatin nîqaşkirin. Jinan bi coşeke mezin dildariya xwe ya tevlîbûnê anîn ziman.
Hunermendê navdar yê Radyoya Êrîvanê Dilbara Wekîl jî beşdarî konferansê bû. Bal kişand ser girîngiya parastina zimanê dê û parastina nirxên netewî. Her weha ji kesên amade re jî mînakên xebatên xwe ya di vê mijarê de da. Her wiha helbestek ji helbestên xwe pêşkêşî guhdaran kir.
Jin bingeha malbateke xurt e. Îrade û çalakiya wê çiqasî xurt bibe, bingeha civakê jî xurtir dibe. Ew çavkaniya bingehîn a avakirina pêşerojeke baş e. Nûnerên komîteyên ku nû hatine avakirin jî diyar kirin ku ew ê zêdetir aktîf bin.
Çalakiyên bi vî rengî dihêlin ku jin bên li gel hev û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û çareseriya wan bibînin. Yên ku van nirxan jî diparêzin jinin.