Cilûberg di jiyana civak a rojane de xwediyê dîrokeke dirêj û roleke mezin in. Lêkolîner dibêjin û dinivîsin ku dîroka cilûbergan bi kêmasî 700.000 sal kevn e. Ev digihîje serdema Neolotîkê. Cilûbergên mirovan cara pêşî ji ҫermên ajelên nêҫirî û pelên daran hatine çêkirin. Di destpêkê de mirovan bi cilûbergan xwe ji sar û sermayê parastine. Her ҫûye di nav proseseke demdirêj de cilûberg ji aliyê kalîte, armanc û pêdivan ve hatine guhertin û nûkirin. Şerm û heya jî li wan armancan hatine zêdekirin. Di serdema ҫandinî û şaristaniyê de êdî cilûberg bi destan ҫêkirine. Cilûbergên her gelî bûye sembola xweserî û cihêrengiyê. Heta mirov dikare bibêje cilûbergên her neteweyê do û îro bûne weke ala û nasnameya neteweyî. Ҫawa alaya her neteweyê heye, cuda ye û li cîhanê temsîliya neteweya xwe dike. Cilûberg jî weha cudayetiyên kes, kom, herêm û gelan didin diyarkirin.
Di serdema me de her gel bi cilûbergên xwe yên gelêrî tên naskirin. Li her derê cîhanê cilûberg li gorî cografya, avhewa, zayendî, rewşa çîn (klas), civakî û olî hatine ҫêkirin. Dem bi dem hatine guhertin. Cilûbergên kevn her yek li herêma xwe bi destan hatine ҫêkirin. Ji ber wê yekê reng û motîfên gelî û herêmî li ser wan hatine nexişandin û her herêmê taybetmendiyên xwe parastiye. Hîn îro jî ev taybetmendiyên cilûbergan her çiqas kêm bûbin jî lê mane. Niha jî cilûbergên jin û mêran cuda ne. Heta di nav cilûbergên mêr û jinên bajarî û gundiyan de jî têvilî (ferq) û cudayetî hene. Cilûbergên jin û mêrên oldar jî ne wek hev in. Mirov ji dûr ve li jin an jî mêr mêze bike ji cilûbergê wê/wî derdixe ku oldar e yan ne oldar e. An jî ji kîjan çîn û herêmê ye. Wek nimûne li Amedê cilûbergên gelêrî yên herêma Kaşyarî (Qerecdaxê), Têrkan û Licê ne wek hev in, cudayetî û taybetbendiyên wan ji dûr ve baş diyar û zelal in.
Her wiha di qada navnetewî de jî mirov dikare cudatî û taybetmendiyên cilûbergên swêdiyan, balkaniyan, afrîkiyan, hindiyan, ereban, kurdan bibîne û binase. Cilûbergên wan rengê nasnameya wan a hezar salan in. Stîl û rengê wan bi çanda salan hatine hunandin û nexşandin.
Li Ewropayê di sed salên 17-18’an de, bi destpêkirina şoreşa îndustriyê re cilûbergên rojane hatin guhertin. Di şûna wan de yên nûjen ên yektîpî bûne yên rojan e. Piştî şoreşa îndustriyê fabrîkayên cilûbergan derketine û hemû cilûberg bûne yektîp yekstîl û modern. Sara Frendin a swêdî ku li zanîngeha Stockholmê mamostetî dike wiha nivîsiye: “Cilûbergên min beşek ji nasnameya min in.”
Cilûbergên herêmî û gelêrî wekî yên folklorîk otantîk mane. Ev cilûbergên nûjen îro li her derê cîhanê ji aliyê gel ve tên lixwekirin. Wek nimûne jina Keyê (kralê) Swêdê Silvia her sal di roja netewî ya Swêdê de cilûbergê swêdî yên gelêrî li xwe dike û cejna netewî pîroz dike. Mixabin lixwekirin û parastina cilûbergên gelêrî sal bi sal kêm dibin. Li seranserê cîhanê dibin hevtîp, hevreng û hevstîl. Taybetiyên herêmî û gelêrî namînin. Pêla asîmîlasyonê ya cilûbergan bêtir û xurtir dibe.
Li Tirkiyeyê qedexekirina cilûbergan
Li dewletên yekgirtî (unîter) bi asîmîlasyona ziman re asîmîlasyona çandê jî heye. Cilûberg ji çandê parçeyeke girîng e. Li van dewletan ji bo înkarî û asîmîlekirina kêmatî (azınlık) bi ziman re cilûbergên kêmatiyan jî qedexe dikin. Yek ji wan dewletên asîmîleker Tirkiye ye. Mistefa Kemal û hevalên xwe dema di şûna Împaratoriya Osmanî de Komara Tirkiyeyê ava kirin, di gava yekem de qanûna cilûbergan derxistin. Cilûbergên gelêrî qedexe kirin. Jê re gotin “şoreşa cilûbergan.” Di 25.11.1925’an de Qanûna Şewqeyê derxistin. Kolos, kum, serpûş û cemedanên kurdan qedexe kirin û di şûna wan de şewqeyên ewropiyan anîn. Ji bo karmendên dewletê şewqe mecbûrî kirin. Ji ber ku şewqe gelek buha bû ji memûran re texsîd girêdan. Di wê demê de nanek 5 quriş bû û şewqek jî 80 lîra bû. Şewqe ji Ewropayê dikirîn. Gel li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî qanûna şewqê çalakî li dar xistin. Piraniya gel wê demê tênedigehîşt û nedizanibû ku ev asîmîlasyona çandî ye, gotin, “ şewqe ya kafiran e” û bi dirûşama olî li dijî qanûna şewqê rawestiyan. Di rastiya xwe de qanûna şewqê ne bi tenê li dijî cilûbergên îslamî bû, li dijî hebûna kêmatiyan bû. Heta wê demê gelên ku di nav tixûbên (sînorên) Osmanî de dijiyan cilûbergên xwe yên gelêrî û olî li xwe dikirin. Wê demê pirgelêrî û pirrengî hebû. Kemalîstan dixwestin neteweyeke yeknîjadî, yekzimanî, yekolî, yekrengî û yekcilûbergî ava bikin. Dest bi asîmîlasyona cilûbergan kirin û piştre jî gav bi gav qedexeyên ziman û cureyên çandên din anînin. Mehkemeyên îstîklalê li gelek kesan doz vekirin û bi hezaran kes girtin û li seranserê Komara nû ya tirk bi qasî 83 kesên ku li dijî Qanûna Şewqê bûn, bi dar ve kirin. Mehkema Îstiklalê ya Diyarbekirê jî gelek kesan ji ber dijderketina şewqê girtîn û bi dar ve kirin. Ji wan kesan yek jî kurê pismamê kalê min Wusif bû. Wusifê Emîn Axa li Licê digirin û dibin Amedê mehkemeya îstîklalê. Bi mebesta ku li dijî Qanûna Şewqê derketiye wî bi çend hevalên wî yên licî ve li wir bi dar ve dikin.
Niha her gel xwedî li cilûbergên xwe yên netewî derdikeve. Ji bo her cilûbergên herêmeke xwe muze ava dikin. Di rojên xwe yên netewî, şahiyan de cilûbergên xwe yên gelêrî li xwe dikin. Li dîrok û ҫanda xwe xwedî derdikevin û ji bo pêşerojê diparêzin. Bi taybetî gelên wekî me ku hîn mafê xwe yên netewî û demokratîk bi dest nexistine û di bin zilm û zordariya dagîrkeran de ne, cilûbergên xwe yên netewî ji bo azadî û parastina çanda xwe xwedî roleke mezin û girîng dibînin. Kurdên Başûr û Rojhilat cilûbergên xwe yên otantîk diparêzin. Heta gelek ji wan hîn îro jî rojane li xwe dikin. Lê kurdên Bakur wekî ziman ji aliyê cilûbergan ve jî ketine ber pêla asîmîlasyoneke xurt. Bi tenê di bernameyê tv de cilûbergên gelêrî li bejna xwe dikin. Li navenda Amedê jin û mêrên ku bi cilûbergên gelêrî digerin mixabin bi çavê gundîtî û nezantiyê li wan dinêrin.
Divê em kurd di rojên xwe yên netewî û taybet de cilûbergên xwe yên netewî li xwe bikin. Di demeke nêzîk de dem û dezgeh û muzeyên cilûbergên kurdî ava bikin. Orîjînalên cilûbergên xwe li wir biparêzin û bigihînin nifşên nûhatî yên pêşerojê.