Di çerçovaya plan û lîstikên ji Amerîkayê heta Federasyona Rûsyayê, ji Yekitiya Ewrûpayê heta Yekitiya Ereb, ji Tirkiyê heta Yewnenistanê, Ji Kenya heta Tacikistanê gelek dewletên ku ji sedsalî zêdetir dijminê hevbûn, di komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bûn yek.
Ev hêzên komploger ji bo plan û projeyên xwe li ser axa Rojhilata Navîn bi dewleta tirk, ereb û farsan bidin kirin, meseleya kurd mîna girêkekî, bêçareserî hiştin. Ji bo vê yekê jî hemû deriyên xwe li ser Rêberê gelê kurd girtin.
Di vê çerçovaya komplogeran de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Suriyeyê derket û piştî pêvajoya ji 4 mehan zêdetir ya di navbera Atîna, Moskova, Roma û Kenyayê de radestî Tirkiyeyê hat kirin.
Bi radestkirina Rêberê Gelê Kurd re êdî hêzên hegemonîk dê dest bi plan û projeyên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bikira.
Di êvara 16’ê Sibata ku Rêberê Gelê Kurd Abdullhah Ocalan anîn balafirgeha Stenbolê di heman saetê de berê wî dan Girava Îmraliyê.
Jixwe hê di 4’ê Sibatê de beriya ku Rêberê Gelê Kurd ji Kenyayê bê revandin û radestî Tirkiyeyê bê kirin, dewleta tirk Girava îmraliyê amade dike û girtiyên tê de tevan sewqî hin girtîgehên dîtir dike. Ev Girava ku aqara wê tenê 10 kîlometqare ye êdî Rêberê Gelê Kurd lê tê bicihkirin.
Dema mirov bala xwe dide dîroka Girava Îmraliyê jî guherîna wê ya bi radestkirina Rêberê Gelê Kurd re bi awayekî zelal derkeve ber çavan.
Navê vê girtîgeha nîvvekirî ku berê girtiyên edlî tê de dihatin girtin, di 15’ê Sibatê sala 1999’an de bi navê Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hate guhertin.
Di 11’ê Tebaxa sala 1935’an de cara yekem Grava îmraliyê dikeve faaliyetê. Dema yekem car hat vekirin, ji ber erda çandiniyê ya li giravê, armanc ew bû ku girtiyên li vir, bi çandiniyê re mijûl bibin.
Girtiyên ewil ên li vê girtîgeha nîv vekirî 50 mahkûmên ku ji ber sûcê kuştinê ceza girtibûn û ji Stenbol û Bûrsayê anîbûn li gravê bi cih kiribûn.
Ji serok wezîrê berê Adnan Menderes, wezîrên wî Fatîn Rûştû Zorlû û Hasan Polatkan heta sînemagerê kurd Yilmaz Guney û wenêsazê rûm yê bi navê Ressam Angulos Stafonodîs jî di vê Girtîgehê de hatibûn girtin.
Lê di 4’ê Sibatê de girtîgeha Grava Îmraliyê ji bo Rêberê Gelê Kurd tê amade kirin. Piştre dema di 15’ê Sibatê ji Kenyayê tê revandin û radestî Tirkiyeyê tê kirin jî li vir tê hepskirin.
Êdî piştî vê pêvajoyê jî Girava Îmraliyê wek ‘Herêma Taybet a bi Ewle’ tê îlankirin.
Ji sala 1935’an ve ev girava ku nîvgirtîgehek bû êdî bi alîkariya dewletên komploger re jî bû girtîgeheke ku ji aliyê sedan leşkeran ve dora wê tê girtinê.
Li Girtîgeha Girava îmraliyê gerînendeyek û sê cîgir û her wiha34 xerdiyan tenê ji ewlehiya hundir û hezar leşkerî zêdetir jî ji ewlehiya derve hatin berpirsyarkirin.
Keştiyên sivîl ji 3 kîlometreyan zêdetir nikarin nêzî giravê bibin, her wiha helîkopterên sivîl jî nikarin di ser giravê re derbas bibin.
Li Girtîgeha Îmraliyê şêwaz û çarçoveya rêveberiya wê bi protokoleke veşartî hatiye diyarkirin û bi tu awayî ne qanûnên Tirkiyeyê û ne jî hiqûqa navneteweyî ne derbasdar e.
Ew hêzên komploger ku di revandina Rêberê Gelê Kurd de cih girtibûn û serkêşiya wan Amerîkayê dikir her wiha di avakirina pergala girtîgeha İmraliyê de jî cih girtibûn. Jixwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola Tirkiyeyê mîna ‘welatê xerdiyan û nobedar’ pênase dikir û ji bo Girtîgeha îmralî û pergala wê jî wiha dibêje: “Beşa herî girîng a komploya mezin a Gladîoyê li vir, li Îmraliyê hewl didan pêk bînin. Şefê yekîneya ez anîm Giravê General Engin Alan e, û wezîfeya wî bi xwe jî vê rastiyê têra xwe zelal dike. Engin Alan bi awayekî fermî şefê Fermandariya Hêzên Taybet ango şefê Gladîo tirk bû. Rayedara Konseya Yekîtiya Ewrûpayê ya ez li giravê pêşwazî kirim pirr baş nîşan dida ku Yekîtiya Ewrûpayê çiqasî di nava vê komployê de ye. Bi vî awayî hevpeymana rêveberiyên Amerîka, YE û dewleta tirk derdiket holê. Operasyon ji serî heta binî di bin berpirsiyariya siyasî ya Amerîka û YE de hat meşandin ango ji aliyê Gladîo NATO ve hat meşandin. Ji sê nîşaneyên me îşaret bi wan kir (şêwirmendê Serokê Amerîkayê Clinton General Galtieri, li ser navê komîseriya siyasî ya YE rayedara jin û Şefê Fermandariya Hêzên Taybet Engin Alan) ti tefsîreke din nîne vê piştrast bike. Ev rastî piştre derketin holê, lê min ti carî bawer nekiribû ku hêzên min bê tesîr dikin hêzên hukûmeta tirk nînin, lê ez bi temamî li vê mekanîzmayê serwext nebibûm. Pêvajo li derveyî awayê wê yê rast gelekî cuda nîşan didan. Pirr zêde hewl didan nîşan bidin ku hukûmeta tirk bi ser me de tê û encam digire. Dema wan ez radestî Tirkiyê kirim heta serokwezîr Bulend Ecevît ji vê tinebû û ev jî vê îddîaya min piştrast dike.”
Di heman parêznameya xwe de rêberê Gelê Kurd balê dikşîne ser wan kêlî, roj û mehên ewil ku lingên xwe avêtî îmraliyê û jêpirsîna ku bi rojan berdamkirî: “Li Giravê eskerê ez pêşî pêşwazî kirim albayekî bi paye yê bi kincên eskerî bû. Xwe weke nûnerê Fermandariya Giştî da naskirin. Bi awayekî dualî û bi dizî axaftinên girîng kiribûn û ev yek bi kêr dîtibû. Paşê dema jêpirsînê bi awayekî fermî dest pê kir heman rayedarî axaftinên girîng û cihê kiribûn. Jêpirsînê çeprast deh rojan dewam kiribû û têde heyeteke ji çar yekeyên ewlekariyê (Fermandariya Giştî, Cindirme, Emniyet û Îstîxbarata Mîllî) pêkhatî cih girtin. Di vê navberê de min kaseteke xîtabî fermandaran bike qeyd kir. Paşê bi mehan em bi awayekî sohbetwarî axivîn. Hinek kesên din jî car caran diketin dewreyê û ji Ewrûpayê jî car caran hinek heyet dihatin.”
Mirov dikare bêje ku girtîgeha îmraliyê bi feraseta girtîgeha Gûantanamo ya Amerîkayê hat amadekirin û pergala wê esas girtin.
Welatên mîna Amerîkayê her çiqas ku xwe mîna kelehên azadiyê nîşan bidin jî; hin mînakên wek Girtîgeha Gûantanamoyê rûyê wan ên rasteqîn derîne ber çavan.
Wek tê zanîn ku girtîgeha Gûantanamoyê girtîgeheke leşkerî ye û tu huqûq û qanûnên Amerîkayê lê derbas nabin. Her cûre rêbazên îşkenceyê lê hene u bi gelemperî li ser esasê şikandina îradeya mûxalîfan tevdigere û helwd dide îradeya wan bişkîne û wan bikşîne ser xeta xwe.
Du xalên girtîgeha Gûantanamoyê hene ku ew jî yek, kesan bi awayekî qorsanî direvînin û ya din jî li girtîgehên bi vî rengî hiqûqa netewî û ya navneteweyî derbasdar nabe.
Şert û mercên li Girtîgeha Îmraliyê bi gelemperî dişibînin yên Gûantanamoyê lê rastiya heyî ew e ku li Îmraliyê tenê gotin û daxwazên dewletên komplogeran hene û hiqûq û qanûn tev ji holê hatine rakirin.
Li cihekî mîna Gûantanamoyê hevdîtina bi malbat û parêzeran re hem bi telefonê heye, hem jî bi rêya faqs, name, telegraf û amûrên din ên têkiliyê hene. Lê di pergala Girtîgeha Îmraliyê de ev maf yek jî tunne ye û tev hatine qedexekirin. Bi hin aliyan Gûantanamo û îmrali bişibin hev jî li holêye ku şert û mercên Îmraliyê bi her awayî girantir in.
Rêberê Gelê Kurd bixwe jî di hevdîtineke xwe de dibêje ku Girtîgeha Îmraliyê bi pergaleke sêgoşeyî tê birêvebirin û sê lingên wê yên wek Amerîka, Ewropa û Tirkiyeyê hene, têkildarî girtîgehê van tespîtan tîne ziman: “ Girtîgeha Îmraliyê ji pergala girtîgehên li Tirkiyeyê gelekî cûda ye. Rewşa li hemû girtÎgehên din heyî li vir derbas nabe. Rewş û avahiya vê derê bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Amerîkayê girtîgehên bi vî rengî bi peymanê veşartî li gelek deverên din jî dan çêkirin. Girtîgeha Îmraliyê jî bi alîkariya Amerîka û Tirkiyeyê bi hev re bi awayekî veşartî amade kirin. Her wiha dema ku dê Îmraliyê çê bikin nêrîn û erêkirina Yekitiya Ewropayê ya ji bo şert û mercên li v ir jî hatin diyarkirin. Divê em bi rola Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceya ya Ewropayê (CPT) haydar bin û zanibin ku ne ji rêzê ve nêzîk dibin. Divê em tenê wek heyeteke ku dem bi dem serdenê dike û tê dîbine, nebînin, haya wan ji her tiştê li vir heye. CPT, Saziyeke girêdayî Komîteya Ewropayê ye, ji ber vê yekê jî agahiya Konseya Ewropayê jî ji van kiryaran heye. Her çiqas ku bêjin ev der ji aliyê navenda krîzê ya girêdayî Serokwezîrtiyê ve tê birêvebirin, lê ne wisa ye, ev der rasterast girêdayî Amerîkayê ye. Di destpêkê de min fam ne dikir ku ji ber çi qaîdeyên girtÎgehê jî nedianîn cih. Lê piştre derket holê ku Girtîgeha Îmraliyê yekemîn girtîgeha bi şêweya Gûantanamoyê ye. Ji pêkanînên li vir ên li ser min jixwe re encaman derînin. Ew dipîvin ka meriv çiqasî dikare li hember zordestiyê li ber xwe bide.”
Her wiha hewceye bêgotin ku li Îmraliya ku Rêberê Gelê Kurd wek ‘tabût’ê pênase dike, bi tu awayî qanûnên Tirkiyeyê nayên bi rêvebirin. Li Tirkiyeyê tu girtiyek di qadeke ku hem ji hewayê hem ji behrê û hem ji bêjahiyê ve tê şopandin û ew qad wek herêma qedexe ya leşkerî hatibe îlankirin, tunneye.
Li cîhanê yek ji Girava ku girtiyên siyasî tê de hatine girtin jî Girava bi navê Robben a li Afrîkaya Başûr e. Serokê Konseya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) Nelson Mandela jî 18 salan (1964-1982) li girtîgeha ku li Girava Robben hatibû avakirin, bi girtiyên siyasî yên din re ma.
Mandela û rêhevalên xwe dema kul i Girava Robbenê di kanan de dixebitîn, hindik be jî hin mafên wan li ber çav dihatin girtin. Girava Robben di sala 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve weke mîrateya cîhanê hate qebûlkirin û veguherî muzexaneyê.
Dema mirov bala xwe dide dîroka girtîgehên Giravê, li Ewropayê yên ku bi piranî bikar anîne Brîtanî û Rûs in. Her wiha di dema şerê cîhanê yê yekem û piştî şer de Jî hin girav ji ber ku girtî nikarîbûn ji gravan birevin, wek girtî hatine bikaranîn.
Girtîgehên giravê yên sereke ku di heyamên cihêreng ên dîrokê de hatine bikar anîn Nargin li Deryaya Xezerê, Asînara li nêzî Girava Sardînyayê, Malta li Deryaya Spî, Sahalîn li Deryaya Ohotsk, Solevest li Okyanûsa Bûzê ya Bakûr û Girava Malaya ya nêzî Çînê ye.
Ev şert û mercên sed sal berê yên li girtîgehên Girav lê heyî, niha di şert û mercên sedsala 21’emîn de li Girava Îmraliyê tune ne. Bi radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re êdî li Girava Îmraliyê tecrîdek û îzolasyoneke dij mirovî hat avakirin. Lê bêguman Rêberê Gelê Kurd li dijî van polîtîkayên tecrîd û tunnekirinê bi her hucreyeke xwe ji sala 1999’an ve li ber xwe dide.