Xanî 20 û çend salî bû. Hat Cizîrê. Ji aliyê Rojhilatê ve li bajêr nihêrî. Heyirî. Bi qewlê Osman Sebrî, “çavmat” ma. Pêşî ji ziman ket, dû re bi ziman ket. Di beşa 33. a Mem û Zînê da, bi devê Memî ji Dîcleyê re got: “Ev şehre ye ger ji bo te mehbûb / Hasil geriyaye bo te metlûb.”
Heke evîndara te ev bajar be, va ye tu gihîştî miradê xwe. Dû re dibêje: “Bêhude çira dikî tu feryad / Aware diçî diyarê Bexdad?” Yanê heke yara te Cizîr be, te bi Bexdê çi hacet?
Welatparêzî, hezkirina welêt e!
Dîcle gava diçe Bexdê, wê dike du şeq. Dû re xwe davêje çenga Ferêt û ligel hev digîjin wê tengava ku Şeref-Xan di “Şerefname”yê (1597) da dibêje, “Kurdistan ji Tengava Hurmuzê dest pê dike.” Yanê çarsed sal berê Kurdistan heya wê tengava ku îro dibêjinê Tengava Besrayê jî, diçû. Hin dîroknasên dîmokrat dibêjin Kurdistan piştî komkujiya Ermenan fireh bûye. Naxêr, Kurdistan teng bûye!
Îca ew Dîcleya ji Westan, Nêrgiz, Seqlan, Derwaze, Omerî û Meydanê tê digîje Cizîrê çi dike? Gava tu yarê/yara xwe dibînî çi bikî Dîcle jî eynî tiştî dike, xwe davêje çenga yarê.
Ji ber vê yekê ye ku Xanî bi devê Memî dibêje: “Daîm di dilê te da ne menzîl / Destê te li gerdenê hemaîl.” Hemaîl nivişt e û di stû da ye. Naxwe Dîcle yara xwe dorpêç jî kiriye. Ê ku dorpêç kiribe, naxwe Cizîr bûye girav!
Jixwe wateya Cizîrê bi Erebî, girav e. Helbet Xanî jî dîtiye. Gava hatiye Cizîrê, Cizîr girav bûye.
Jixwe gava çemek aşiqê bajarekî dibe, wî dorpêç dike û dike girav!
Ber bi dawiya beşê ve Memê sewdaser çi dibêje: “Ez Dîcle me, zenberî mi berda.” Bûye Dîcle û hemaîl di stûyê yarê da. Her diçerxe li dor yarê.
Xanî çawa li hev aniye, ezamet e.
Gava meriv têdigihê ku “zenberî” çi ye, wate kûrtir dibe. Zenberî, di ferhenga Adday Şer de, cureyek ji cureyê keştiyan e. Emînê Osman û Hejar Mukiryanî eynî agahiyê didin. Jan Dost ji hersêyan neqil dike. Zenberî lezgîntirîn keştî ye li ser Dîcleyê. Ew Xanîyê ku dixwest alaya gotina mewzûn (helbest), daçikîne li banê gerdûn, wisa mezin e, hawar hawar!
Min di nivîsa çûyî da gotibû Melayê Cizîrî ecêb e. Qey Xanî ji xwe re ye? Ew jî wek Melê dizane ku zêde kûr e. Lê Mela bi kûrbûna xwe dipesine, Xanî ji kûrbûna xwe ditirse. Reşbîn e, dizane tenê ye, civata li dorê xwediyê ilmekî betilî ye. Lewra di beyteka xwe da dibêje: “Metinxwanek ku nebit sahibê me’na çi bikit?” Helbet ev jî referans e bo Melê ku dibêjit: “Qabiliyet ku nebit, hikmeta ustad-i çi kit?”
Tenêtî tiştekî wisa ye; tu ji xwe re li Xwedayan digerî! Xanî sê lûtke dîtin: Herîrî, Feqî û Cizîrî.
Cizîr, girav e. Cizîr girav bû. Xanî hat ber giravê û ji ziman ket. Lê yekê li giravê hebû ku Xanî dixwest bi ruhê wî Herîrî bivejîne: Melayê Cizîrî. 30-40 sal berê koç kiribû û olana helbestên wî giravê dorpêç kiribû.
Di nav olanê de ev riste ber guhê Xanî diketin: “Şevê zulmat û deryayê / Ji mewcan qet xeber nayê / Şikestî keştiya bayê / ‘Ecacê wê şefeq dayê.” Gelo Dîcleya evîndar li dora Cizîra xwe bûbû pingareka çawa ku bahoz radibû û keştiyên bayê (sailing ship) dişikand, bi qewlê Şener Ozmenê bitrbûyî dinoqand?
Beriya hov bên û xera bikin, Cizîr ava bû, girav bû. Zîn û Memên demê ji xwe re geşt û seyran dikirin. Xanî, Memê Alan û Zîna Zêdan kir behane û ew vejandin. Lê Melayê di ruhê Xanî de diçûrisî, evîndara xwe ji Zînê delaltir didît û digot ez jî ne kêmî Memî me: “Mûyekê ez ji te nadim bi dused Zîn û Şirînan / Çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê.”
Wa Cizîra Botan, em li ber te rûreş in ku hovan, wêrekiya Mem û Zînên hevdem kirin behane û agir berî cergên te dan. Lê tu girava evîna me yî û em Dîcle ne, diçelqilin li dora te.