Gelek caran qelsbûna hêza jiyanê û kêmbûna kêfa jiyanê dibin hincetên tehmsarî û xemgîniya mirov û wî/wê ber bi hest û hizirên neyînî ve dikin. Hest û hizirên neyînî û faktorên ku dibin sedema neçarî û bêzariyê, mirov ji hêla psîkolojîk ve ber bi depresyon, bêntengî û bêçaretiyê ve dikin. Ji ber ku ev rewşa mirov ji zû ve di binhişa wî/wê de bi cih bûye, ne dikare bi rihetî xwe ji ber bide alî û ne jî dikare jê pak bibe. Êdî jiyana wî/wê her roj bi xemgînî û tengasiyê derbas dibe. Stres û tengijîna jiyanê wî/wê bêtehemil dike. Ew bêtehemilî mirov neçar dihêle ku ew ji vê rewşê re li riyekê bigere. Ji ber ku kêr digihîje hestê û jiyan di asteke ku nikare tehemil bike de asê dibe; neçar e ku bi awayekî ji xwe re riyeke çareseriyê bibîne.
Fikra mirov a ku “ez ê çawa tiştên ku ez bi xwe jî qebûl nakim bi yekî din re parve bikim” û fikra “kesên din jî nikarin vê rewşê çareser bikin” pirsgirêkeke din bi xwe re tîne. Ji bilî vê jî, gava ku mirov ji fikra çareseriyê bidûr dikeve, serî li gilî, gazin û lomeyan dide. Ev jî tê wê wateyê ku di windabûna di nav topa tengahiyê de ye; ne dikare pirsgirêkên xwe vebêje û ne jî çareser bike.
Her çendî ku ‘gilî’, ‘gazin’ û ‘lome’ wekî peyvên hemwate an jî wateya wan nêzîkî hev têne dîtin jî, peywira wan ji hev cuda ye û her yek bi serê xwe wateyeke xweser û arizî hildigire. Meriv dikare bi kurtayî wateya van hersê peyvan bi vî awayî bide.
Gilî; di wateya lome, gazin û nerazîbûna ku mirov tê de ye an jî neheqiya ku li mirov hatiye/tê kirin ku ji kesê din re bi axîn û nalîn tê vegotin da ku hinek di hawara wî/wê de werin.
Gazin; xemgînbûna mirov a ji ber rewşa xirab û neyînî ye ku mirov her gav neçar dihêle da ku mirov ji bo çareseriyê li deriyê kesên din bide.
Lome; bêzarî, jarîn û zivêrbûna mirov a ji ber gotin û tevgerên kesekî/ê an jî hin kesan e ku bi mirovên din re parve dike da ku çareseriyek were dîtin.
Di hemû hevok, gotin û vegotina mirovên lomedar de, gilî, gazin û nalîn hene. Neçarî; feraseta gilî, gazin û lomeyên domdar e ku bi tunebûn an jî qelsiya xwebaweriyê û perspektîfa reşbîn a mekanîzmayên parastinê ve girêdayî ye. Sedema bingehîn a gilîdarî, gazinokî û lomedariya mirov ew e ku şaşî û xeletiyên xwe veşêre û kesên din sûcdar bike. Taybetiyên mirovên gazinok û gilîdar çi ne? Giliyên berdewam bandoreke çawa li jiyana mirov dikin? Sedama gazin û lomeyên gilîdar ên ku hest û hizrên mirov tevlîhev dikin, çi ne? Tevlîheviya hest û hizrên neyînî çi bandorê li ser tevger û têkiliyên mirov ên cîvakî dike? Pêdiviya van pirsên girîng bi bersivên têrker û tetmînkar heye.
Em dibînin ku hin kes miqîm ji hevalên xwe, ji malbata xwe, ji karê xwe û heta gelek caran jî ji tevahiya jiyana xwe bi gilî gazin in. Ev mirov wisa dihesibînin ku di jiyana wan de tiştek ne di bin venerîna (kontrola) wan de ye; di bin venerîna kesên din de ye. Ji wan we ye ku tiştên diqewimin ne bi înisîyatîfa wan, bi destê kesên din pêk tên. Anku; hemû bûyerên ku diqewimin an bi kesên din ve têkildar in an ji bi qedera wan a xirab û bextê wan ê reş ve girêdayî ne. Ji ber ku xwebaweriya wan qels e û bi reşbînî tev digerin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî tu hêz û qudretê di xwe de nebînin. Heta ku mirovek bi xwe hay nebe ku pirsgirêk ji ku derê tê, kana pirsgirêkê çi ye û ji bo çi pêk tê, ew ê kesên din wekî kan û çavkaniya pirsgirêkan bibîne. Ev rewş, bandoreke pir neyînî li motîvasyon û nihêrîna mirovan a derbarê bûyeran de dihêle. Gava ku ev hest û hizirên neyînî di liv û tevgerên mirov de digerin, ne mimkûn e ku ew bandoreke erênî li kesên derdora xwe bike. Bo nimûne; zarokên ku li ber destê dê û bavên gazinok û gilîdar mezin bibin ne pêkan e ku bi xweşbînî nêzîkî civakê bibin û hezkirin, rêz û giramiyê bidin kesên derdora xwe. Lewre, zarok her gav dê û bavên xwe ji xwe re mînak digirin û nimûneyên herî girîng ên ku pirsgirêkên wan çareser dikin jî dê û bavên wan in. Ger zarok di malekê wisa de mezin bibin, piştî demekê ew ê bi berdewamî têbigihîjin ku tu bûyer ne di bin kontrola wan de ye û dê hemû bûyer û geşedaniyên neyînî bi kesên din ve girêbidin. Kesên gazinok, ji bi ber ku nikarin bi fikreke afirîner tevbigerin û xebateke hilberîner pêk bînin, nikarin bi kesên din re têkiliyên erênî jî dayînin. Kesên ku tim û tim gazinan ji her tiştî dikin, ji gilî û gazinan pê ve ne di xema tiştekî de ne; tenê li hêviya çareseriyê ne. Ji ber ku her gav xwe wekî kesên rast û durist û ji herkesî çêtir dibînin, kesên din sûcdar dikin û wan didarizînin.
Kesên ku bi berdewamî ji cihê karê xwe gilî û gazinan dikin, nikarin bi hilberînerî bixebitin. Kesên ku bi berdewamî ji ber rewşa malbata xwe gilî û gazinan dikin nikarin di malê de dilxweşî, aramî û yekîtiyê pêk bînin. Kesên ku ji civaka xwe gilî û gazinan dikin, nikarin bi civakê re têkiliyên erênî sûdewar dayînin. Kesên ku her tim ji hevrê, heval û hogirên xwe gilî û gazinan dikin, nikarin di navbera xwe û mirovên din de dostaniyeke birêkûpêk ava bikin.
Jiyana mirovên gazinok û gilîdar bi rengekî neyînî dişêwe û hemû têkiliyên wan ji vê rewşê bandorê werdigirin. Ev rewşa kambax, mîna tofaneke rûxîner e; her tiştî dide ber xwe û hest û hizrên mirv ên xweşbîn û erênî tarûmar dike. Ji ber ku bi gelemperî mirov naxwazin bi kesên ku bi berdewamî gazin û lomeyan dikin re têkiliyê dayînin, gelek caran ew kes bi tena serê xwe jî dimînin. Tenêtî jî bêtir wan ber bi bêhêvitî, reşbînî û bêmirûziyê ve dike. Divê mebest û armanca mirov ew be ku li rê û rêçikên çareseriyê bigere û ji bo wê jî li gor formulasyonên zanistî tev bigere.
Dem û serdema ku em tê de ne, her cure bendewarî, hewcedarî û nirxandinên binirx û bênirx ên mirovahiyê bi lez û bez diguherin. Ji bo ku mirov bikare ji bo pêşerojê jiyaneke aram, azad û bextyar bisêwirîne, divê ji gilî, gazin û lomeyan bêtir, di nav yekîtî, alîkarî û pêwendiyên civakî de cih bigire û bi rêxistînî tev bigere. Yanî armanca jiyaneke azad, aram û bextyar ew e ku takekes ji bo civakê û bi civakê re tev bigere da ku bikaribe pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Lewre pêşiyên me jî gotine: “Tiştê ku dest dikin, dê û bav nakin.”