Rojeke biharê, ker û hesp bi hev re dadikevin ber avê. Gul û gîha şîn dike, geh li çokê û geh li navê. Diçêrin hetanî êvarê, êvarê berî didin malê. Hespa têr gîha serê xwe radike û dihîre.
-Hîîîî hîhîhîhîhî, em xenê bûn bi vî nahmetê xwezayê, bi vê gul û gîhaya şîn. Ker serê xwe ji nav gîhê derdixe û dêla xwe ya qutik li herdû kêlekê xwe dide weke şivekê û dibêje.
– Zirrrr zir zir zir zir, ma gîha ji ku şîn e bira, gîha zer e wey! Hesp gelekî tengav dibe, diqehere, lê ker her dibêje, na na weleh gîha zer e. Ker û hesp radibin berê xwe didin cem Şêr. Derin huzûra Şêr, hesp bi dengekî hêrsok dibêje.
– Serokê min ez behicîm. Ez dibêjim gîha şîn e, ker dibêje na, zer e. Ka bêje serokê min, gîha şîn e yan zer e? Şêr gelekî hêrs dibe, bîna xwe teng dike û mehek ceza yê hepsê li hesp dibire û wî davêje hepsê. Hesp matmayî dimîne.
– Serokê min, ma hûn jî gîhyê zer dibînin gelo?
Şêr dibêje;
– Na gîha şîn e!
– Lê ku gîha şîn e, we ji bo çi ez ceza kirim heyran ? şêr got.
– Ji ber ku te bi kerê re minaqaşe kiriye.
Min ji ber wiha we tevan ceza kir!
Belê Birayên Ezîz, bi kera re tucarî munaqaşe nabe.
Gîha şîn e yan zer e
Fatma Taşli Tunç