Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî êrişên li dijî taxên kurdan Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê hatine destpêkirin, daxuyanî da. Gideon Saar di daxuyaniya xwe de bang li cîhanê û taybet jî li welatên rojava kir û got: “Kurdan li dijî DAIŞê şereke serkeftî kir û DAIŞê têk bir. Bi vî şerê serkeftî re rûmeta cîhanê û bi taybet jî rûmeta welatên rojava rizgar kirin.” Saar da zanîn ku cîhan û bi taybetî jî welatên rojava li hemberî kurdan deyndarê rûmetê ne.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar rexne li welatên ku dibêjin pêwîst e “Sûriyeke nû” bê avakirin jî dike. Saar diyar kir ku sazkirina “Sûriyeyeke nû” û van êrişên plankirî yên bênavber û zextên xedar ên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê pêk tên û gotinên wan dijberên hev in û parodokseke mezin e.
Saar rexne li bêdengiya qada navneteweyî jî kir û da zanîn ku bêdengî rê dide ku hikûmeta Şamê zext û êrişên li ser pêkhateyên li Sûriyeyê zedetir bike.
