Welatiyên Geverê şevê din li taxên Orman, Kişla, Dize, Cumhuriyet û Taxa Nû yên navçeya Gever a Colemêrgê daketin kolanan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Welatiyan bi çalakiyên xwe yên li kolanan piştgirî dan daxwaza çalakiya girtiyan a “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”. Di heman demê de bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan. Welatî li gelek noqteyan agir vêxistin û çalakiya dengderxistinê pêş xistin. Polîsan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û ava şid êrişî çalakvanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan.
Di tevahiya şevê de welatiyan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.