Dembaş gelî xwîneran. Hefteya çûyî me qala Komcivîna Yekem a Tora Ziman û Çanda Kurdî kiribû û hinek tesbîtên ku li wir hatibûn kirin, pêşkêşî we kiribûn. Vê hefteyê me divê ji we ra qala hinek pêşnîyarên çareserîyê bikin. Serê pêşîn pêdivîya kurdan bi plansazî û bernamerêzîyeka zimanî û çandî heye. Xalên sereke yên vê plansazîyê jî her wekî me di nivîsên xwe yên berê da jî bal kişandibû ser ev in:
- Statûya ziman (mafê jiyandin û geşkirina ziman û çandê, mafê perwerdehîya zimanê dayikê)
- Di warê parastin û geşkirina ziman û çandê da helwest û hişmendîya gel (ji bo ku ziman ji nifşên berê derbasî nifşên nû bibe û zarok bi çand û zimanê xwe mezin bibin)
- Xebatên akademîk li ser ziman ku hêz û şîyana derbirîna zimanî li jiyana nûjen civakê bigunce, derfet çêbibin da ku ziman di hemû qadên jiyanê da were bikaranîn.
- Pêşniyarên ku beşdarên komcivînê kirine jî kêm zêde di vê çarçoveyê da pêk hatine. Em dikarin çend pêşniyarên ku hatine kirin wiha rêz bikin.
- Divê plan, plansazî û bernameya ziman û çandê ya kurdan hebe.
- Ji bo ku rewşa zimanî û helwesta gel diyar bibin, divê xebatên rapirsînê werin kirin.
- Li ser hişmendîyê lêkolîn bên kirin, heyetek bikare here welatên ku rewşa wan dişibe me û li wir çavdêrîyan bike, raporekê amade bike.
- Di qada ziman û perwerdeyê da bila navenda amadekirina materyalan were avakirin û ji bo materyalên perwerde û hîndekarîyê xebatên domdar werin kirin.
- Divê hemû materyal û nivîsên kurdan li gorî rastnivîsekê bin û termînolojîya wan yek be. Di vî warî da divê sazîyên zimanî û akademîk li hev bicivin.
- Ji bo geşkirina ziman û çanda kurdî bila ji derfetên heyî yên teknolojîk sûd were girtin. Bo nimûne, ji bo hînkirina kurdî ji înternet û telefona destan sûd were girtin.
- Sîyasetmedarên kurd, divê pirzimanî bin, di civîn, perwerdeya navxweyî da kurdî bi kar bînin û daxuyanîyên xwe bi kurdî bidin.
- Kesên ku li ser navê vî gelî dibin wekîl, şaredar, rayedar, bila şertê zanîna zimanî li pêşîya wan be.
- Lazim e şaredarîyên kurdan, xizmeta xwe bi du zimanan bikin.
- Her çiqas ji bo hînkirina zimanî komeleyên cuda hatibin vekirin jî, divê sazîyeka zimanî bê vekirin û hemû komele di bin banê wê Sazîya Zimanê Kurdî da bin. Ev sazî divê bê avakirin û bêhtir di warê akademîk û teorîk da xebatan bike, sazîyên din ên perwerde û zimanî organîze û koordîne bike.
- Divê di warê dersa bijarte da, em hişmendîyekê çêbikin, bi milyonan zarok dersa bijarte qebûl bikin, li zanîngehan beşên kurdî bên tercîhkirin û ev îmkan heta dawîyê bên bikaranîn.
- Ji bo perwerdeya alternatîf konferansek bê çêkirin û rê û rêbaz û model bên nîqaşkirin û ji bo kurdî perwerdeyeka alternatîf bê çêkirin.
- Ji bo dibistanên azad îmkan bên çêkirin û li her bajarî bên vekirin.
- Berhemên çandî bi awayekî pedagojîk ji bo zarokan bên amadekirin û pêşkêşkirin.
- Divê hinek proje ji bo sazîyên navneteweyî bêne amadekirin û pêşkêşkirin.
- Bila stranên folklorîk ên berhevkirî bi awayekî zanistî werin tomarkirin û binotakirin û bi rengekî nû û nûjen pêşkêşî gel werin kirin.